Iraqê berpirsê darayî yê DAIŞ`ê girt

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ragihand ku wan berpirsê darayî DAIŞ'ê ku cîgirê Ebû Bekir El-Bexadî bû, girt.

Iraqê berpirsê darayî yê DAIŞ`ê girt
11 cotmeh, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser twîtera xwe girtina berpirsek DAIŞ’ê ragihand.

Kazimî got: “Di demekê ku hêzên ewlekariyê ji bo parastina hilbijartinê di nava liv û teverê de bûn, yek ji operasyonên herî zehmet li dervey sînor pêkanîn. Di encama operasyonê de berpirsê darayî û cîgirê Ebû Bekir El-Bexdadî yê DAIŞ’ê, Samî Casim hatiye girtin."

Serokwezîrê Iraqê tenê da zanîn ku ew li derveyî sînor hatiye girtin, wekî din cihê girtinê aşkere nekir.

Ebû Bekir El-Bexdadî di opersyoneke leşkerî ya Amerîkayê de di 27'ê Cotmeha 2019'an de piştî ku agahiyên istîxbaratî ku Hêzên Sûriye Demokratîk derbarê cihê El-Bexdadî li Idlibê da, hate kuştin.  

(dm)