Rojnameyên erebî: Siyaseta DYA’yê li hember nêzîkbûna dewletên Ereban ji Esed re ne zelal e

Rojnameyên erebî îro têkildarî hewldanên dewletên li Rojhilata Navîn ku têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re nû dikin, hilbijartinên Iraqê û rojeva Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Siyaseta DYA’yê li hember nêzîkbûna dewletên Ereban ji Esed re ne zelal e
11 cotmeh, 2021   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AMERÎKA NE LI DIJÎ SIVIKKIRINA TECRÎDA LI SER EL-ESED E’

Rojnameya El-Ereb îro têkildarî siyaseta rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden a li hemberî hikumeta Şamê wiha nivisî: “Li herêma Rojhilata Navîn guhertineke berbiçav çêdibe. Dewletên Ereban ên hevalbendên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji nû ve têkiliyan bi serok Beşar El-Esad re ava dikin, têkiliyên aborî û dîplomatîk vedijînin. Lê têkiliyên Amerîkayê yên bi hikumeta Şamê re hîna ne zelal in.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysal El-Miqdad yekşemê ji dezgehên çapemeniyê yên xwecih re axivî û got ew ji ber destpêkirina diyalogên sûdewartir bi hêvî ye. Dê di demên bê de civînên sûrî-erebî li dar bikevin.

El-Miqdad diyar kir ku di civîna dawîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de zimanê dijmantiyê yê ku li hemberî Sûriyê dihat bikaranîn, kêm bû. Gelek dewletan qet behsa rewşa Sûriyê nekir.

Dewletên Ereban ji ber gelek sedemên siyasî hewl didin ji nû ve têkiliyan bi El-Esad re ava bikin di serî de Misir, Eman û Ebû Zabî. Ji wan sedema têkiliyên wê bi Rûsyayê re ku hêza herî mezin e ku destekê dide El-Easd û dixwaze dîsa Sûriyê tev li derdora erebî bike. Sedem jî rêgirtina li pêşiya hegemonyaya Îranê û Tirkiyê ya li ser Sûriyê ye.

Yekemîn dewleta Ereban a ku têkilî bi hikumeta Şamê re danî, Urdin e. Şahê Urdunê Abdullah El-Sanî cara yekemîn piştî deh salan bi rêya telefonê bi El-Esad re axivî. Lê dîsa jî siyaseta Amerîkayê li hemberî rewşê ne zelal e.

Washingtonê got ew siyaseta xwe ya li hemberî Sûriyê naguherîne ku divê alozî bi rêya biryara navneteweyî ya 2254’an çareser bibe. Hîna cezayên Amerîkayê yên li dijî Şamê berdewam in ku li pêşiya tevgera bazirganiyê bûye astengiya herî mezin.

Li gorî çavdêran niha ji bo rêveberiya Biden Sûriye ew qas ne girîng e. Ya girîng niha rêgirtina li pêşiya hegemonyaya Çînê ye.

Pisporê kar û barên Sûriyê yê Zanîngeha Trinity a DYA’yê David Lesch got “Hevalbendên DYA`yê yên cîhana erebî, Washingtonê teşwîq dikin ku dorpêça li ser Şamê rake û rê bide ku dîsa vegere nav civata erebî. Xuya ye rêveberiya Biden heta radeyekê guh dide vê yekê.

Analîzvanê siyasî Semîh El-Mayta got wezîrê berê yê Urdinê ji televîzyona fermî re wiha axivî: “Dema Urdin bendan dişikîne û têkiliyan bi vê zexmê ava dike, dê dewletên din jî li ser şopa wê biçin.”

Li gel ku gelek hevalbendên DYA`yê yên li herêmê hewl didin têkiliyên nû bi Şamê re ava bikin, lê Erebistana Siûdî di vî warî de dudil e.”

‘HÊVIYÊN ŞIKESTÎ JI RÊJEYÊN TEVLÊBÛNA HILBIJARTINÊN IRAQÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî hilbijartinên pêşwext ên Iraqê wiha nivisî: “Duh bi milyonan iraqî di hilbijartinên parlamentoyê de dengên xwe bi kar anîn.

Xebatên hilbijartinan saet di 07:00`ê sibehê de dest pê kir û saet di 18:00`ê êvarê de bi dawî bû. Dema hilbijartinan ji ber bikaranîna amûrên elektronîk nehat dirêjkiirn.

Ji ber pirsgirêkên di amûrên elektronîk ên dengdayînê yên gelek navendên hilbijartinan de, metirsî çêkirin û hişt ku pêşengê olî yên Necefê Reşîd El-Huseynî karê Komseriya Bilind a Hilbijartinan rexne bike.

Huseynî got: “Mixabin kêmasiyeke mezin di karê komseriyê de heye bi taybet li Necefê. 34 navendan nekarîn hilbijêran pêşwaz bikin. Ji min re hat gotin ku ez nikarim dengê xwe bi kar bînim ji ber ku detayên min nehatine nûkirin. Lê komseriya bilind tu name ji min re di vî warî de bi rê nekirin. Ji ber vê yekê gelek kesan mîna min dengê xwe bi kar neanî."

Raporeke rêxistinên ku çavdêriya hilbijartinan dikin behsa rûdana 400 binpêkirinan kir, di nav de dûrxistina çavdêran an jî wekîlên nemzetan an jî telefonên berîkan ên qedexekirî derbasî navendan hatin kirin.”

‘HIKUMETA DEBÎBE KETIYE QEFESA TAWANÊN BINXISTINA NEXŞERÊYA LÎBYAYÊ’

Girêdayî Lîbyayê rojnameyê El-Beyan wiha nivisî: “Kabûsa parçebûnê dîsa vegerî qada siyasî ya Lîbyayê. Cîgirê serokê hikumetê yê herêma Berqayê Hisên El-Qetranî, serokê hikumetê bi pêkneanîna berpirsyariya dîrokî tawanbar kir. Her wiha got serokê hikumetê pabendî nexwşerêya yekkirina saziyan û parvekirina adil û wekhev a berheman nebû.

Wekîlê Wezareta Karên Hundir Ferec Qeîm serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe bi hewldanên derengxistina hilbijartinan tawanbar kir.

Her wiha Komîteya Parastin û Ewlehiya Neteweyî ya parlamentoyê duh daxwaza rawestandina şandina petrolê ji benderên di bin kontola artêşê de kir. Her wiha komîteyê got hikumet fonê li ser wan qut dike û rewşa rojhilat û başûrê welêt paşguh dike, ji ber wê bang li wezîrên nûnerên herêma Berqayê kir ku ji hikumetê vekişin.”

(şx)