Êzidiyên ji Efrînê: PDK dixwaze planên dagirkeriya Tirk li Şengalê pêk bîne

Êzidiyên ji Efrînê diyar kir ku hêzên çekdar ên PDK`ê bi hinceta propagandaya hilbijartinan xwestin bikevin Şengalê û ev planeke nû ya dagirkeriya Tirk a ji bo qirkirina êzidiyan e.

Êzidiyên ji Efrînê: PDK dixwaze planên dagirkeriya Tirk li Şengalê pêk bîne
11 cotmeh, 2021   08:32
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Şemiya borî PDK`ê hêzên xwe li ser sînorê Şengalê kom kirin da ku bi hinceta propagandaya ji namzetê xwe re di hilbijartinên Iraqê de ku duh pêk hatin, amadekariya dagirkirinê bike.

Êzidiyên ji Efrînê got ev pêngav berdewama planên hikumetên Hewlêr û Bexdayê ye ku di 9`ê Cotmeha 2020`an de peymanek îmze kir, her wiha ji bo xizmeta berjewendiyên Tirkiyê û pêkanîna planên wê ji bo dagirkirina Şengalê û qirkirina civaka êzidî ye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê yekşema borî daxuyaniyek da û tê de redkirina xwe ji hêzên PDK`ê li xaka Şengalê re eşkere kir. Her wiha şêniyan xwepêşandan li dar xistin û rê li pêşiya hêzên PDK`ê girtin.

Ji rêveberên komîteya têkiliyên dîplomatîk a Yekitiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nebo diyar kir ku dewleta Tirk piştî binketina wê di qirkirina civaka êzidî de bi rêya çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de, vê carê hewl dide bi rêya PDK`ê û hêzên wê yên leşkerî vê yekê dubare bike.

Mistefa Nebo wiha domand: "Piştî ku civaka êzidî ji Fermana 73`yan rizgar bû û ji nû ve xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe ava kirin, PDK`ê li ser hesabê civaka êzidî peymanek wek peymana xiyanetê ya di navbera hikumeta Hewlêr û Bexdayê de îmze kir ku armanca wê civaka êzidî parçe bike û planên dewleta Tirk pêk bîne."

Her wiha endama Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Medya Çawîş jî destnîşan kir ku dema çeteyên DAIŞ`ê dest bi qirkirina êzidiyên Şengalê kir, bi hezeran kes kuştin, jinên êzidî di sûkan de firotin, wê demê artêşa Iraqê û hêzên PDK`ê civaka êzidî bi hovîtiya DAIŞ`ê re rû bi rû hişt."

Meryem Cindo jî kiryarên PDK`ê û hikumeta Bexdayê şermezar kirin û ev tişt anî ziman: "Diviyabû ku lêkolîn kiribana û li çarenûsa zêdetirî 3 hezar jinên êzidî ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e, bigeriyana."

Meryem Cindo di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Heke PDK û hikumeta Bexdayê di îdiayên xwe ji bo vegerandina ewlehî û aramiya Şengalê de rast in, çima li hember sûcên ku dewleta Tirk dike û topbarana wê ya li ser Şengalê ku rêzê jê re nîşan de, bê deng in?"

Êzidiyên ji Efrînê piştgiriya xwe bi civaka êzidî ya Şengalê re ragihand û îşaret bi redkirina dagirkirina Şengalê kir.

(bx)

ANHA