Agir bi navenda Gumrûkê ya Til Hemîsê ket

Li navenda Gumrûkê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo agir derket, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Agir bi navenda Gumrûkê ya Til Hemîsê ket
11 cotmeh, 2021   08:11
QAMIŞLO

Di encama agirê ku bi navenda Gumrûkê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ketiye de, zirarên madî çêbûn.

Bi pêketina agir re, erebeyên agirkuj bi lez berê xwe dan cihê buyerê.

Nûçegihanê me ragihand ku sîtêreke benzînê, 3 erebe û 2 kamyon şewitîne.

ANHA