Komiseriya bilind a hilbijartinên Iraqê: îsal rêjeya dengdanê gihaşt ji sedî 41

Komîseriya Bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê duh eşkere kir ku îsal rêjeya dengdana yekemîn di hilbijartinên perlemantoyê yên pêşwext de gihaşt ji sedî 41.

Komiseriya bilind a hilbijartinên Iraqê: îsal rêjeya dengdanê gihaşt ji sedî 41
11 cotmeh, 2021   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriyê bi daxuyaniyekê diyar ku hejmara dengdêrên ji navedan hatine wergirtin derdora deh milyon deng bû. Her wiha piştrast kir ku hejmara giliyên di dengdana taybet derketine derdora 16`an bû û di dengdana giştî jî derdora 58 giliyan bû.

Komîseriyê diyar kir ku rêjeya dengdanê ji hilbijartinan re wiha ye:

EL-Besra: 40%

Mîsan: 43%

El-Qadisiyê: 42%

Zî qar: 42%

Necif: 41

El-Musene: 44%

Bexdayê - El-Resafê : 31%

Bexdayê- El-Kerix: 34%

Kerbela: 44%

Babil: 46%

Diyala: 46%

El-Enbar: 43%

Wasid: 44%

Dihok: 54%

Hewlêr: 46%

Silêmaniyê: 37%

Selah El-Dîn: 48%

Kerkûk: 44%

Nînewa: 42%

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku sandoqên dengdana giştî di hilbijartinên perlomentoyê de, di saet 6`ê êvara duh hatin girtin. Her wiha nîqaş hene ku rêjeya beşdarbûnê kêm bû.

(dm)