23 sal e jin ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê dikoşin

Dayikên têkoşer li dijî rejîma faşîst a Tirkiyê xwedî îrade û israr in. 23 sal e reş li xwe kirine û erka danasîna tevgera rizgariya Kurdistanê û birêxistinkirina çalakiyan girtine ser milên xwe.

23 sal e jin ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê dikoşin
11 cotmeh, 2021   06:17
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Ji destpêka Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ve jinên têkoşer cilên reş li xwe kirine û diyar dikin ku lixwekirina van cilan ji xemgîniyê zêdetir nîşaneya têkoşîna li hemberî sîstemên desthildar e.

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployeke navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Ev komplo plankirî pêk hat. Gelek dewletên herêmê û dewletên din tev li komployê bûn.

ÇÎROKA CILÊN REŞ ÇI YE?

Ji bo şermezarkirina vê komployê girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de çalakiyên grevên birçîbûnê li dar xistin. Her wiha dayikên têkoşer bi rê û rêbazên cuda tê koşiya û hîna jî têkoşînê dikin. Ji roja girtina rêber Abdullah Ocalan ve dayikên têkoşêr cilên reş li xwe kirine û bê navber di nava xebatê de ne heta ku armanca xwe ya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Eyhan Murad (50) ji navçeya Girkê Legê ye. Di sala 1998`an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Ji beriya 23 salan ve cilên reş li xwe dike. Ev jî nîşaneya hêrs û redkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan e. Dayika Eyhan hemû jiyana xwe fedayî xizmeta pêkanîna azadiya rêber Ocalan kiriye.

Eyhan Murad li hemberî zîhniyeta desthilatdar a mêran têkoşîneke bêhempa dimeşîne û hewl dide wekheviyê di navbera jin û mêran de ava bike, her wiha piştgiriyê dide hevjiyana azad a ku rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5'an de pêşkêş kiriye ku dibêje "Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destkeftiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinan, bingeha têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di hemxw qadên civakî de ye."

Eyhan Murad endama Kongreya Star e ku di sala 2005`an de ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan hate avakirin. Têkildarî lixwekirina cilên reş Eyhan Murad ev tişt got: "Min ne ji ber xemgîniyê cilên reş li xwe kirin. Lê belê ji bo serhildanê ne û ji bo ku her tim erkên li ser milê me werin bîra me; xurtkirina xebatê bi şev û roj, rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî."

Eyhan Murad wiha domand: "Ji roja ku rêber Ocalan hate girtin, me soz da ku em vî cilî ji xwe nekin, heya ku wî azad bibînin. Ez careke din soz didim ku ez ê cilên kurdî li xwe bikim piştî ku ez rêberê xwe azad di nava gelê wî de bibînim."

Dayikên têkoşer ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve rastî gelek astengiyan hatin. Eyhan Murad ev tişt got: "Hikumeta Şamê dizanî ku em cilên reş ji bo şermezarkirina girtina rêber Ocalan li xwe dikin. Ji ber wê jî pirsgirêk ji me re derdixist. Ji ber ku me çalakiyên ji bo azadiya rêberê xwe li dar dixistin, em hatin girtin."

‘RÊBERTÎ GEFEKÊ LI SER MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST ÇÊDIKE‘

Tişta ku şoreşa rêber Ocalan ji şoreşên kurdî yên din cudatir kir û hişt ku heta roja îro dewam bike, kesayeta wî ya rêveber, zanebûna wî, projeya wî ya neteweya demokratîk, hewldanên wî ji bo hemû gelên bindest, hemû mezheb û nîjadî li Rojhilata Navîn e. Her wiha piştgiriya wî ji gelê Filistînê re di Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz e ku di wê demê de di encama vê yekê de gelek şehîd çêbûn. Ev jî bi serê xwe sedemeke yekser e ku gefan li modernîteya kapîtalîst çêdike.

Eyhan Murad zîhniyeta rejîma Tirkiyê bi fikrên çeteyên DAIŞ`ê şiband û got: “Di salên 90`î de dewleta Tirk a faşîst serê gerîla jê dikir û di qadan de daliqand da ku tirsê di her kesê ku bixwaze tev li gerîla bibe, çêke. Wekî ku digot, çarenûsa her Kurdekî ku banga azadî û serxwebûnê dike dê ev be."

Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe nûnertiya hêvî û xwestekên bi milyonan mirovan dike. Eyhan Murad di berdewamiya axaftina xwe ev tişt anî ziman:  "Rêbertî xwedî taybetmendiyên kesayetiyên rêbertiya gerdûnî ye. Helbet wê fikirê rêbertî li hemberî hêzên kapîtalîst astengiyeke mezin be. Ji ber taybetmendiyên wî û nêrînên wî yên derbarê pirsgirêkên civakê û aloziyên navdewletî de hişt ku bala gekek kesayet û şepêlên fikirî yên şoreşgerî yên nûjen bikişîne ser xwe."

Eyhan Murad destnîşan kir ku ew israra xwe ji fikir û zanistana rêber Ocalan digrin û xwe nas kirin. Rêbertî di parêznameya xwe ya 5`emîn de banga rizgarkirina jinê dike û ji bo jin mafên xwe bi dest bixe tê dikoşe. Her wiha dîroka jin ji destpêka ku hatiye avakirin di lêkolînên xwe de nirxandiye.  Eyhan Murad wiha axivî: "Ocalan kesayetekî fikirî ye. Ne tenê ji bo gel û kurdan bû. Lê belê ji hemû gel û hêzên şoreşger re bûye çavkanî. Bandora wî li qada siyasî ya cîhanî diyar e. Ji ber kûrahiya fikirên wî li ser aliyê siyasî, civakî, fikrî û çandî heye."

Di dawiyê de endama Kongreya Star Eyhan Murad soza berdewamkirina têkoşînê heta şikenandina tecrîda li ser rêber Ocalan da û got: "Em ê bê deng nemînin. Em bimirin jî wê zarok û neviyên me ji rêya têkoşîna ku me dest pê kiriye, dûr neçin."

Hecîma Temo ya ji bajarê Qamişlo ji bo danasîna tevgera rizgariya Kurdistanê ev 35 sal e tê dikoşe. Hecîma Temo endama Kongreya Star û komîneke taxê ye. Hecîma Temo du caran bi rêber Abdullah Ocalan re li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê civiyaye.

Hecîma Temo ji beriya 22 salan ve cilên reş li xwe dike û girêdana xwe bi fikrên rêber Ocalan ve tîne ziman. Di vê derbarê de wiha axivî: "Ji destpêka ku rêbertî hate girtin ve min kêfxweşî nedîtiye. Ji ber vê yekê jî ez van cilan ji xwe nakim heta ku ez rêberê xwe azad di nava gelê wî de û li ser xaka Kurdistanê ku temenê xwe fedayî têkoşîn û rizgarkirina wê kiriye, nebînim."

 ‘BANGA SERHILDANÊ LI JINAN‘

Têkildarî hevdîtina wê ya bi rêber Ocalan re Hecîma Temo ev tişt got: "Min du caran serdana Rêbertî kir. Cara yekemîn di sala 1993’yan de bû û ya duyemîn di sala 1996’an de bû. Di her du serdanan de Rêbertî behsa gelek mijaran kir ji wan, binpêkirinên li dijî gelê Kurd, planên li dijî wî têne kirin. Her wiha banga serhildan, berxwedan û banga mafên xwe nexasim mafên jinên ku rastî tundiyê tên, dikir."

Piştî ku rêber Ocalan ji Sûriyê derket, çalakiya rojiya mirinê di sala 1998`an de hate lidarxistin. Konê çalakiyê li taxa Enteriyê hate danîn. Şêniyên hemû taxên bajarê Qamişlo tev li çalakiyê bûn. Hecîma Temo ji wan bû. Tevî zexta ji aliyê rejîmê jî lê çalakiya rojiya mirinê 15 rojan dewam kir.

Hecîma Temo di axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku serî hildin, dakevin qadan û banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan bikin.

(bx)

ANHA