Hîwa Seîd Selîm: Divê Bexda giliyê dewleta Tirk bike

Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Kedkarên Kurdistanê Hîwa Seîd Selîm bang li hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku dosyaya sûcên dewleta Tirk ên bikaranîna çekên kîmyewî li Konseya Ewlehiyê ya NY'yê bixe rojevê.

Hîwa Seîd Selîm: Divê Bexda giliyê dewleta Tirk bike
11 cotmeh, 2021   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

HPG`ê di 23`yê Îlona borî de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku artêşa Tirk di mehekê de 157 êriş li dijî wan pêk anîne.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Rêveber a Partiya Kedkarên Kurdistanê Hîwa Seîd Selîm ji ANHA`yê re axivî. Hîwa Seîd Selîm diyar kir ku ji beriya çend mehan ve artêşa Tirk êrişî gerîla dike, lê ji ber berxwedana lehengî ya gerîla armancên xwe pêk neanîn. Lewra dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye.

Hîwa Seîd got: "Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, Helebçe û Enfalê tîne bîra min ku rejîma Sedam Hisên çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar anîn û komkujî li dijî wan pêk anîn. Di wê demê de armanca Sedam Hisên ew bû ku rihê berxwedana gelê me li Başûrê Kurdistanê lawaz bike. Lê armanca xwe pêk neanî û ev yek armanca dewleta Tirk e jî."

Rejîma Sedam Hisên di 16`ê Adara 1988`an de bajarê Helebçe bi çekên kîmyewî topbaran kir û komkujî pêk anî. Di encama wê de zêdetirî 5 hezar sivîl şehîd bûn ku piraniya wan zarok, jin û temenmezin bûn. Her wiha di navbera 7 heta 10 hezar kes birîndar bûn. Ev yek wek xirabtirîn komkujî li welat hate diyarkirin.

'KURD TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM DIKIN'

Hîwa Seîd Selîm di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Divê Erdogan jî ji tecrubeya Sedam Hisên dersê bigire û fam bike ku îradeya Kurdan tu carî nayê şikandin û têkoşîna wan berdewam e. Em gelê Kurd êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar dikin û wê wek sûc li ser asta navneteweyî dibînin."

 ‘DEWLETA TIRK SERWERIYA IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BINPÊ DIKE’

Selîm bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku sînor ji sûcên dewleta Tirk re deyne ku çekên kîmyewî li dijî hêzeke ku parastina xak û gelê wê dike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi van êrişan serweriya xaka Iraqê û herêma Kurdistanê binpê dike, lê her du alî jî bê deng in."

Selîm bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kir û ev tişt got: "Divê hikumeta Iraqê ku ew jî endamekeNY`yê ye, bi awayekî fermî li Konseya Ewlehiyê gilî bike û bang bike da ku sînor ji destwerdanên ji xaka wê re dayne, her wiha derfetê nade ku çekên kîmyewî bi kar bîne."

‘DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û ALIYÊN SIYASÎ BÊ DENG NEMÎNIN‘

Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Kedkarên Kurdistanê xîtabî aliyê siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand: "Divê aliyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê li hember vê siyasetê bê deng nemînin. Ji ber ku bêdengiya li hember sûcên Erdogan tê wateya qebûlkirina siyaseta wî. Heke em bêjin ku dewleta Tirk gerîla li herêma Kurdistanê dike hedef wek ku îdia dike, em li ser siyaseta wî li Kerkûk û helwesta ji federasyonê çi bêjin? Ji ber wê jî em dibêjin ku dewleta Tirk hebûna gerîla li herêma Kurdistanê dike hincet da ku serweriya xwe li ser xaka me ferz bike."

Selîm destnîşan kir ku dewleta Tirk li gorî Mîsaqî Millî tev digere û îdia dike ku xaka Başûr parçeyek ji wîlayeta Mûsilê ye, ew jî beşek ji xaka dewleta Tirk e û got: "Ev îdia gefeke cidî li ser Başûrê Kurdistanê çêdike û divê li pêşiya wê were girtin."

Hîwa Seîd Selîm got: "Divê her kes parastina xaka herêma Kurdistanê deyne ber çavên xwe û ji bo sekinandina êrişên dewleta Tirk bixebite. Ji ber ku armanca wê ya sereke dagirkirina xaka Kurdistanê ye û ji bo vê armancê pêk bîne, her tim hincetan derdixe."

Selîm diyar kir welatiyên Başûrê Kurdistanê tecrubeyên wan ên biêş ji ber çekên kîmyewî hene û wiha axivî: "Ji sala 1988`an ve û heta îro em zehmetiyan ji ber bandora bikaranîna çekên kîmyewî dikişînin. Helebçe heta roja îro ekolojiya wê qirêje û bi hezeran mirov li herêmê nexweşiyên cuda bi wan re çêbûne."

Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Kedkarên Kurdistanê Hîwa Seîd Selîm da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gelê Başûrê Kurdistanê tê wateya kuştina mirovan, hilweşandina ekolojî, binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî. Selîm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê zext li dewleta Tirk were kirin û gilînameyeke fermî ji dadgeha Laheyê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re were şandin da ku sînorekî dewleta Tirk re deyne û hesab jê bixwaze."

(bx)

ANHA