Jinên Kampa Waşûkanî di berxwedana li hember dagirkeriya Tirk de bi israr in

Jinên li Kampa Waşûkanî diyar kir ku ew ê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe bidin û got “konekî biçûk bi xwe berxwedaneke mezin e”.

Jinên Kampa Waşûkanî di berxwedana li hember dagirkeriya Tirk de bi israr in
11 cotmeh, 2021   07:10
HESEKÊ – HINAR ÎBRAHÎM

2 sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, derbas bûn. Dagirker û çeteyan fesadî û wêranî di her du bajaran de belav kirine. Her du herêm bûne çavkaniya çeteyên dewleta Tirk û cihê ku dagirker sûcên xwe di wan de vedişêrin. Her wiha demografiya wê guhertin, şêniyên resen koçber kirin û li şûna wan malbatên biyanî bi cih kirin.

Ji ber dagirkirinê şênî koçberî herêmên derdorê bûn. Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar sivîl ji niştecihên herêmê koçber bûne û her wiha nêzî 100 hezar sivîl ji kantona Girê Spî û gundewarên wê koçber bûne.

Di kampa koçberên Girê Spî de ku di 22`yê Mijdara 2019`an de li bajarokê Til El-Simin ê Reqayê hat avakirin, 6 hezar û 31 koçber bi cih bûne. Koçberên din jî li bajarên Reqa, Tebqa û Kobanê bi cih bûn.

14 hezar û 714 kes û 2 hezar û 373 malbatên Serêkaniyê di Kampa Waşûkanî de dimînin ku di sala 2019`an de hate avakirin. Piştî ku hejmara koçberan zêde bû Rêveberiya Xweser kampeke din ji koçberên Serêkaniyê re vekir. Niha 14 hezar û 74 kes di wê kampê de dimînin.

Rewşên koçberiyê di kampê de û dûrbûna ji warê xwe, îradeya koçberan neşikand û nebû sedem ku malbat têkilî bi xizman re qut bikin. Hemû koçber di kampê de alîkariya hev du dikin û bi vê yekê li ser berxwedana li hemberî komkujiyên dewleta Tirk teqez dikin.

Hêz û îradeya jinên koçberên di kampên Serêkaniyê û Waşûkanî de serî ji dagirker û çeteyan re netewand lê belê îrade û israra wan zêde kir ji bo ku li hember dagirkeriyê tê bikoşin.

‘MAYÎNA ME DI KAMPAN DE BI SERÊ XWE BERXWEDANEK E’

Koçbera bi navê Rîma Şêxmûs ku di Kampa Waşûkanî de dimîne, got: "Piştî ku em ji bajarê xwe yê ewle koçber bûn, ev 2 sal e em di Kampa Serêkaniyê de dimînin, ji ber derfetên kêm û tunebûna rêxistinên mirovahî, em rewşên zehmet derbas dikin."

Rîma Şêxmûs destnîşan kir ku dema dewleta Tirk dest bi topbaranê kir, hin kesên di taxê de ji ber tirsê û ji bo xwe ji topbarana bêserûber a çeteyên dewleta Tirk Ii ser bajar biparêzin, ji bajêr derketin.

Dagirkeran tişta ku dixwest pêk neanî. Wan hewl dida vîna jinên azad têk bibin, şoreşa wan bi bin bixin. Lê berovajî vê yekê pêk hat, jinan di Mala Jinan de xwe bi rêxistin kir, destek da hev û pirsgirêkên xwe çareser kirin.

Rîma wiha domand: "Tevî hemû zextên psîkolojîk û kêmbûna derfetên kar, mayîna me di kampan de bi serê xwe berxwedaneke mezin e."

Rîma wiha berdewam kir: “Li gel germahiya havînê û sarbûna zivistanê, jinên Serêkaniyê di kampê de zehmetiyan dikişînin. Ji ber wê em dikarin bibêjin ku ew berxwedaneke destanî li hemberî van şertên dijwar nîşan didin. Em hêvî dikin ku vegerin warên xwe lê bi şertê ku dewleta Tirk a dagirker ji bajarê me derkeve.”

‘RÊXISTINÊN MIROVÎ REWŞA KOÇBERAN PAŞGUH DIKIN’

Girêdayî heman mijarê koçbera bi navê Wefa Hisên Himêdî ku ji gundê Erebîn ê Serêkaniyê ye, got ew di malbatê de 6 kes in û got: “Li mala me ya li Serêkaniyê, her yek me odayeke wê hebû. Lê niha em hemû di bin koneke de dijîn. Ji zehmetiyên ku em di kampê de dikişînin, ev beşeke biçûk e.”

Wefa diyar kir ku jiyana di konekî biçûk de bi serê xwe berxwedan e. Her wiha Wefa rêxistinên mirovî rexne kirin û got: “Gelek rêxistin di kampê de hene, lê erkên ku divê li hemberî koçberên Serêkaniyê pêk bîne, naynin cih.”

Rêveberiya Xweser li bajarokê Tiweyne yê rojavayê Hesekê qadek bi rûbera 600 donim veqetand da ku kampek ji bo 2 hezar û 378 malbatan lê were avakirin.

ANHA