'Armanca komploya 9’ê Cotmehê tunekirina gelê Kurd bû'

Jinên Helebê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û dan zanîn armanca komployê bê îradekirin û tunekirina gelê Kurd bû. Jinan diyar kir ku bi saya berxwedan û hêza çareseriyê ya rêber Abdulah Ocalan, komploya navneteweyî negihişt armanca xwe.

'Armanca komploya 9’ê Cotmehê tunekirina gelê Kurd bû'
11 cotmeh, 2021   02:58
 HELEB- LEYLA LORÎN

Endama Têkiliyên Derve ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rûşîn Mûsa bal kişand li ser Komploya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî rêber Abdulah Ocalan hat pêkanîn û da zanîn armanca komployê tunekirina gelê Kurd bû û wiha axivî:” Dewletên zilhêz fikir û felsefa rêber APO ji bo xwe asteng dîtin û di şexsê rêber APO de li hemberî gelê Kurd ev komploya bê mezin pêk anîn. Ev 23’ê sal e rêber APO girtî ye û tecrîdeke giran a derveyî huquqên mirovahiyê li ser tê meşandin. Di hundirê van 22’ê salan de dewleta Tirk û dewletên hegemon bi destên hêzên xayîn; bi hemû şêwazên îşkence û tecrîda girankirî, êriş û dagirkerî li ser gelê Kurd meşand û dimeşîne. Lê gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî li ber xwe da. Bi saya vê berxwedanê û fikir û felsefeya rêber APO, nehişt komplo bigihêje armacên xwe.”

‘DAGIRKERIYA EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ BÛ’

Rûşîn Mûsa bi bîr xist dîroka 9’ê Cotmehê ji bo gelê Kurd, rojeke reş e û her tim dewleta Tirk bi hevkariya dewletên NATO’yê di vê rojê de nirxên gelê Kurd dikin hedef û wiha domand:” Di dîroka gelê Kurd de, 9’ê Cotmehê rojeke reş e û di vê rojê de berî du salan Serêkaniyê û Girê Spî jî  ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin. Her wiha di dîrokên cûda de gelek heremên din li bakurê rojavayê Sûriyê weke Efrîn hatin dagirkirin. Dewleta Tirk bi armaca qirkirina gelê Kurd, her tim van rojên reş ji xwe hildibijê re û dixwaze di van dîrokan de îrada gelê Kurd tune bike.”

Rûşîn Mûsa di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên demokratîk û jinan û hemû gelên Ereb kir ku li dijî komploya navnetewyî û êrişên qirkirin û dagirkeriyê bisekinin û bibin xwedî helwest û wiha got: ”Rola rêber APO, di çareseriya demokratîkkirina Rojhilata Navîn de giring e. Bêyî hêza rêber APO, çaraseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya heremê negengaz e. Ji bo wê divê hêzên demokrat, jin, ciwan hemû gelên heremê ku li çareseriyê digerin ji bo azadiya rêber APO bikevin tevgerê û sala duyemîn a pêngava 'Dem Dema Azadiyê' bikin wesîleya azadiya rêber APO û aşîtiya Rojhilata Navîn.”

‘KÎLÎTA HÊZA ÇARESERIYÊ AZADIYA RÊBER APO YE’

Berdevka Kongreya Star a Helebê Zeyneb Îbo jî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn rêber Abdulah Ocalan hêza çareseriyê ye, ji ber wê hat girtin û wiha dewam kir:” Berî 23 salan bi destên dewletên hegemon rêberê gelan, rêber APO hat girtin û teslîmî dewleta Tirk hat kirin. Rêber Apo hêza çareseriya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê hêzên hegemon li dijî rêber Apo komplo pêk anîn. Ger ku heta niha komplo, bi êriş û dagirkeriya xwe ve negihiştîbe armaca xwe bi boneya vê ye”.    

Zeyneb Îbo diyar kir xwedîderketina rêber APO xwedîderketa azadiyê ye û wiha dawî kir:” Divê hemû hêzên azadîxwaz li dijî komploya navneteweyî derkevin û em sala 2022’an bêxîn sala azadiya rêber APO.”

ANHA