Îbrahîm El-Qeftan: Divê qatilên şehîd Hevrîn Xelef werin cezakirin

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê got, divê berpirsên sûcên şer ên li Sûriyê, di serî de dewleta Tirk werin darizandin.

Îbrahîm El-Qeftan: Divê qatilên şehîd Hevrîn Xelef werin cezakirin
11 cotmeh, 2021   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEYDÎ

Bi wesîleya salvegera duyemîn a qetilkirina Sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Hevîn Xelef ji aliyên komên çete yên girêdayê dewleta Tirk ve, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ANHA'yê re axivî.

12'ê Cotmeha 2019'an Hevrîn Xelef û ajokarê wê û alîkarekî wê, tevî 6 sivîlan li ser rêya M4 ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di êrişeke çeteyên Ehrar El-Şerqiya ya girêdayê dewleta Tirk de şehîd bûn. Hevrîn Xelef li cihekî ku tenê çend kilometreyan nêzî baregeha hêzên Amerîkayê bû, hate şehîdxistin.

'DEWLETA TIRK SÛCDARAN DIPARÊZE'

El-Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk sûcdarên ku Hevrîn Xelef qetil kirine hîna diparêze û wiha domand: "Hîna em vê mijarê li qadên navneteweyî, li gel Neteweyên Yekbûyî an jî rêxistinên mafên mirovan dişopînin. Lê heya hina derbarê sûcdarên ku dewleta Tirk parastina wan dike de, tiştekî nû tuneye."

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku komên çete yên ku Hevrîn Xelef qetil kirine û alîgirên wê berpirsên wêraniya li Sûriya ya ku ev 10 sal in berdewam dike û got: "Careke din em banga hesabxwestinê ji sûcdarên ku sûcên şer pêk anîne, di serî de dewleta Tirk dikin. Dewleta Tirk di hemû waran de li Sûriyê, Lîbya û Azerbaycanê destekê dide terorê."

Hevrîn Xelef di Havîna 2014'an de wekî hevseroka Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê hate hilbijartin, beriya wê Hevseroka Desteya Aborî ya herêma Cizîrê bû û di buhara 2018'an de wekî Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin.

'DIVÊ SÎNOR JI TIRKIYÊ RE WERE DAYÎN Û DIYALOGÊN SIYASÎ DEST PÊ BIKIN'

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku di demekê de ku dewleta Tirk destekê dide terorê dê sûc li herêmê berdewam bikin, ji ber wê divê civaka navneteweyî sînorekî jê re deye.

El-Qeftan diyar kir ku hikumeta Şamê xwe dispêre dewletên derve û civaka Sûriyê û pirsgirêkên wê paşguh dike û wiha pê de çû: "Çareserî di hevgirtina gelê Sûriyê û diyalogên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser, hikumeta Şamê, heta  Tirkiyê de ye. Di vê derbarê de MSD'ê amadekariya xwe nîşan da."

ANHA