Şêrê çiyayê Kurdan ê duyemîn: Osman Sebrî

Osman Sebrî anku Apê Osman, siyasetmedar û wêjevanê Kurd salên jiyana xwe di xizmeta gel û zimanê dayikê de diborîne. Ew tev li serhildanên Bakurê Kurdistanê dibe û ji ber xebatên xwe yên siyasî li sê parçeyên welêt bi salan di girtîgehan de dimîne.

Şêrê çiyayê Kurdan ê duyemîn: Osman Sebrî
10 cotmeh, 2021   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎMA BIROKÊ

Edebiyatnasê Kurd Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe ya Tarîxa Edebiyata Kurdî de wêjevan û siyasetmedarê Kurd Osman Sebrî, wiha dide naskirin: "Li paş Cegerxwîn şêrê serê çiyayê Kurda yê duyemîn Osman Sebrî ye. Di rewşenbîrkirin û şerê xwenaskirina Kurdan de gelek roj û salên giran li pêşiya wî mêrî bûne. Lê ew îş û karê xwe de ji riya xwe venegeriyayê, xebitiye, şer kiriye, bo xatirê serxwebûn û azadiya neteweyê Kurd."

Wekî îro beriya 27 salan siyasetmedar, wêjevan û helbestvanê Kurd ê navdar Osman Sebrî re koçî dawî dike. Osman Sebrî ji aliyê gel û hevalên xwe ve bi navê “Apê Osman” dihat naskirin. Osman Sebrî 70`ê salên ji jiyana xwe di xizmeta gel û welatê xwe de borand.

Ew di sala 1905`an li gundê Narincê yê girêdayî bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1922`an de dibistanê bi dawî dike, lê xwendina xwe naqedîne.

TEV LI SERHILDANA ŞÊX SEYÎD DIBE

Osman Seberî di sala 1926`an bi malbata xwe re tev li Serhildana Şêx Seyîd dibe, piştre li gel 2 apên xwe tê girtin û li girtîgeha Amedê dimîne. Herdu apên Seberî di girtîgehê de tên bi darvekirin û ew jî di 1928`an de bi biryara efûya giştî serbest tê berdan.

Careke din di sala 1929`an li gel 26 kesayetên welatparêzên Kurd tê girtin û di heman salê de serbest tê berdan.

Osman Seberî di 1929`an de derbasî Sûriyê dibe, li wir wekî endamê Partiya Xoybûn bû, ya ku sala 1926`an piştî Sehildana Şêx Seîd hatibû damezrandin.

ŞOREŞA AGIRÎ

Di sala 1930`î de Apê Osman dîsa derbasî Bakurê Kurdistanê dibe da ku gelê Kurd li ser Şoreşa Agirî agahdar bike, ya ku sala 1927`an heta sala 1932`an dewam kir.

Di Gulana 1931`an de Osman Seberî ji ber xebatê xwe yê siyasî ji aliyê hikumeta Iraqê ve tê girtin.

XEBATÊN WÎ YÊN WÊJEYÎ

Di sala 1938`an Apê Osman vedigere paytexta Sûriyê Şam û li wir zarokên Kurd fêrî zimanê dayikê dike. Her wiha di navbera salên 1942-1943`an de bi mîr Celadet Elî Bedirxan re di kovara Hawar de dixebite.

Wêjevanê Kurd Osman Seberî ji bo xizmeta zimanê dayikê gelek ked daye û pirtûka Alfbaya Kurdî amade kiriye.

Osman Sebrî, ji bilî helbestan gelek çîrok, gotar û nivîsên siyasî jî nivîsandine. Ji van çîrok, gotar û nivîs û helbestên wî gelekî li Hewarê û piştre jî di gelek kovarên Kurdî de hatine çapkirin. Lê ew, di nav hemû nivîsînên xwe de, bi zêdeyî ji helbestên xwe hez dike.

Osman Sebrî, li ser helbestvaniya xwe wiha dibêje: "Heger helbest û çîrok ji bo hişyarbûna gel bên nivîsîn, dê ciyê xwe di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigirin û dê rola xwe ya pêşketî bilîzin. Min jî da ku ev rol bête lîstin hemî berhemên xwe nivîsîne.”

DAMEZRANDINA YEKEMÎN PARTIYA KURDÎ LI SÛRIYÊ

Osman Seberî di sala 1957`an de tevî hin kesayetên welatparêz, Partiya Dîmoqratî ya Kurdî li Sûriyê ava dike, ku ew yekemîn partiya kurdî li Sûriyê ye.

Di sala 1960`î de ew û hevalên xwe ji aliyê hikumeta Şamê ve tên binçavkirin û 2 salan girtî dimîne.

Herî dawî Osman Seberî di sala 1972-1973`an de ji aliyê hikumeta Şamê ve tê girtin û heta dema wefat dike di bin çavdêriya rêjîma Sûriyê de dimîne.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo ku yek ji hevalê Osman Sebrî bû ji ajansa me re, li ser Apê Osman wiha dibêje: “Osman Seberî wekî xebatkarekî û şoreşgerekî Kurd temenê xwe hemû di zindanan û di karê herî zehmet de derbas kiriye.”

`APÊ OSMAN LI HEBERÎ DIJMIN XWEDÎ XWEDÎ HELWESTEK ŞOREŞGERÎ BÛ`

Salih Gedo di sala 1965`an de Osman Seberî nas dike û diyar dike ku Apê Osman ê di nava gel de pir dihat naskirin û wiha dewam dike: “Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hatiya girtina û 19 salên jiyana xwe di girtîgehan de qedandiye.”

Salih Gedo da zanîn ku Osman Sebrî yek ji siyasetmedarên Kurd bû ku gelek zirar ji destê dijminan dîtiye û wiha pê de çû: “Apê Osman xwedî nêrîneke şoreşgerî bû û didît ku tenê bi berxwedan û tekoşînê dikare li hemberî dijminê xwe bisekine.”

Hevalê Apê Soman, Saliha Gedo da xuyakirin ku Osman Sebrî dema dihat girtin li hemberî dijmin xwedî helwestek şoreşgerî bû. Gedo, Osman Sebrî wekî semola mêranî û xebatkarekî bi hêz dide pênaskirin.

Salih Gedo wiha axaftina xwe didomîne: “Ew di sala 1969`an de dev ji kar û xebatê siyasî berde, lê rewşa gelê Kurd dişopand bi taybet li Kurdistana Bakur ji ber ew kul di dilê wî de mabû, dizanîbû bê çiqasî dewleta Tirk zilmê li gelê Kurd dike.”

APÊ OSMAN: HÊVIYA MIN HEYE KU PKK`Ê KURDISTANÊ RIZGAR BIKE

Salih Gedo diyar kir ku piştî sala 1980`î têkiliyên Osman Sebrî bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re çê bû û wiha dom kir: “Nêrîna Osman Sebrî li ser PKK`ê ew bû ku hêviya wî jê heye Kurdistanê rizgar bike.”

Li ser têkiliyên Apê Osman bi rêber Abdullah Ocalan re jî, Gedo vê dibêje: “Têkiliya Osman Seberî bi rêber Ocalan re têkiliyeke taybet bû, wî jî Ocalan wekî serokekî ku di pêşerojê de dê bibe pêşengê gelê xwe didît, her wiha wekî rêberekî ku dê miletekî rizgar bike didît.”

`DEWLETA TIRK FAŞÎST E`

Salih Gedo li ser nêrîna Osman Sebrî ji dewleta Tirk re jî dibêje; “Ji ber ku bûbû şahidê hovîtiya dewleta Tirk li hember gelê Kurd, digot `li Bakurê Kurdistanê tenê bi berxwedan û serhildanan em ê karibin kurdistanê rizgar bikin`. Osman Sebrî dewleta Tirk wekî dewleteke faşîst didît û digot ku ev faşîzm tu carî îtirafê bi mafên Kurdan nake.”

Osman Seberî di sala 1993`an de li Şamê di encamê nexweşiyekê de wefat dike û li Rojavayê Kurdistanê tê veşartin.

(cx)

ANHA