Dagirker li Til Temirê dêrek hilweşand, dibistan, goristanek û navenda kehrebeyê kirin hedef

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Til Cûma yê Asuriyan ê Til Temirê dibistanek, goristanek û navenda veguhestina kehrebeyê kirin hedef. Dêra gund hilweşiya.

Dagirker li Til Temirê dêrek hilweşand, dibistan, goristanek û navenda kehrebeyê kirin hedef
Dagirker li Til Temirê dêrek hilweşand, dibistan, goristanek û navenda kehrebeyê kirin hedef
Dagirker li Til Temirê dêrek hilweşand, dibistan, goristanek û navenda kehrebeyê kirin hedef
Dagirker li Til Temirê dêrek hilweşand, dibistan, goristanek û navenda kehrebeyê kirin hedef
10 cotmeh, 2021   17:41
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Ji beriya du rojan ve, gundê Til Cuma yê Asuriyan ê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temirê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin.

ANHA'yê xwe gihand gund û ziyanên ku ji ber topbaranê çêbûne, şopandin.

Di topbaranê de, dibistan, goristan û navenda veguhestina kehrebeyê rasterast bûn hedef û ziyan gihiştin wan. Her wiha ji ber topbaranê dêra gund hilweşiya.

Ev dibistan a 5'an li gundewarê Til Temirê ye ku dibe hedefa hêzên dagirker.

Bi van êrişan dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha bi hedefgirtina goristanên gundên Til Şenan û Til Cûma ruhmeta goristan bin pê dike.