Partiya Nûjenî û Demokratîk a Sûriyê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Partiya Nûjenî û Demokratîk a Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike ji bo ku herêmên dagirkirî derkeve û ji ber sûcên ku kirine hesab jê bixwaze.

Partiya Nûjenî û Demokratîk a Sûriyê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
10 cotmeh, 2021   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî salvegera duyemîn a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, Meclisa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Nûjenî û Demokratîk a Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku ser sûcên şer û yên dermirovî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî pêk tînin û hate gotin: "Ev binpêkirinên plankirî yên li dijî mafên niştecihên heru bajaran roj bi roj zêdetir dibe. Lê îradeya berxwedanê û rihê girêdana bi mafê xwe ve li gel şêniyên herêmê lawaz nekir. Ji ber ku şênî hîna bi çanda xwe, zimanê xwe û detayên jiyana xwe ya rojane ve girêdayî ne û hêviya vegerê û têkibirina dagirkerî û ajanên xwê xurt e."

Partiyê piştgiriya xwe bi berxwedana şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî re nîşan da û bang li civaka navnetewî û rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan û hemû hêzên aktîv di mijara Sûriyê de kir ku binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bike, zextê lê bike da ku ji herêmên dagirkirî derkeve û hesab ji sûcdaran bixwazin. Her wiha banga vegera ewle ya şêniyan kir.