Komploya navneteweyî li Reqayê hate şermezarkirin

Li Reqayê bi sedan kes li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li qadan bûn.

Komploya navneteweyî li Reqayê hate şermezarkirin
10 cotmeh, 2021   13:49
REQA

Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, bi sedan şêniyên Reqayê meşek li dar xistin, Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Meş ji qada Îtfaiyê (Agirkujiyê) dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina komplo û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan û derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê hatn berzkrin.

Meş li ber avahiya ciwanên şoreşger a nêzî parka Bustan a naverasta bajar rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Zana Mihemed axivî.

Zana Mihemed komploya 9'ê Cotmehê şeremzar kir û banag derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî kir.

Mihemed anî ziman ku gelek dewletên kapîtalîst ên ku ji ramanê rêbertî yê demokratîk ditirisin beşdarî komploy bûn û got: "Dewleta Tirk a dagirker şerê projeya Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk dike, ji ber ku ew proje ne li gorî daxwazên wê yên mêtîngeriyê yên li herêmê bi giştî ye."

Mîntîng bi diruşmeyên silavkirina şehîdan û silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(dx)

ANHA