Li Şengalê dengdan tên astengkirin

Xelkê Şengalê ji bo ku dengê xwe bidin rastî astengiyan tên û di gelek cîhazên dengdanê de pirsgirêk derketin.

Li Şengalê dengdan tên astengkirin
10 cotmeh, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî Iraq û Başûrê Kurdistanê dengdana ji bo hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê vê sibehê saet 07:00'an dest pê kir û wê heta saet 18.00’an dengdan berdewam bike.

Li Şengalê 87 navendên dengdanê hatin vekirin.

Li gorî agahiyan, ji bo dengdanê gelek pirsgirêk ji şêniyan re derdikevin. Ji wan navên ku li navendan hatin qeydkirin xuya nakin, ji ber wê şênî neçar dimînin ku li navendên din dengê xwe bide.

Her wiha li gelek navendên dengdanê di cîhazê dengdanê de pirsgirêk derketin.

Li navçeya Til Izêr 7 cîhaz, li navenda Sîba Şêx Xidir 3 cîhaz, li navenda Til Qeseb du cîhaz û li navenda Dugur cîhazek sekinîn.

Nameztê PADÊ Şêx Semîr Derwêş piştî ku dengê xwe da ji Rojnews'ê re got: "Li navendên dengan bi dehan cîhaz sekinîne û naxebitin." Her wiha destnîşan kir ku siyasetên dijberî civaka êzidî hene.