​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn

Di merasîmê bîranîna şehîdan de yek ji fermandarên Meclisa Bêth Nehrîn a Suryanî da zanîn ku ew ê di parastina her bihosteke ax de berdewam in.

​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn
​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn
​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn
​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn
​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn
​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn
​​​​​​​Li Hesekê şehîdên asûrî û yên suryan hatin bi bîranîn
10 cotmeh, 2021   13:59
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 22’yemîn a şehîdên Meclisa Bêth Nehrîn a Neteweyî Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûrî ya Hesekê merasîmê bîranînê li Goristana Şehîdan a Asûrî ya li Hesekê li dar xist.

Di merasîmê de berdevkê QSD’ê Aram Hena û berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena û bi dehan endamên saziyên suryanî û asûrî û malbatên şehîdan ên asurî yên Hesekê û saziyên leşkerî, ewlehî yên suryanî û asûrî amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan-Asûr toraneke leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de yek ji fermandarên hêzên leşkerî yên Meclisa Bêth Nehrîn Akad Hena û berpirsê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan-Asur a Hesekê Cemîl Beho Osê axivîn.

Akad Hena şehîdên 10’ê Cotmeha 1999’an û şehîdên Meclisa Neteweyî ya Bêth Nehrên bi bîr anîn û wiha got: "Bi saya kedên şehîdan têkoşîna neteweyî ya mirovahî rohnî da, ew jî bingeha ku têkoşeran bû."

Hena anî ziman ku fikir, metod û qurbaniyên şehîdên Meclisa Neteweyî wateyên qehremantî û têkoşînê neqişandin û bû ronahiya hêz û vîna rastîn a berdewama têkoşînê.

Hena wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêzên ewlehî û leşekrî soza xwe nû dikin û dibêjin em di parastina her bihostek ji xaka pîroz de berdewam in û şehîdan di oxira gel bi azad û rûmet bijîn de didin."

Li aliyekî din jî berpirsên Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan-Asur a Hesekê Cemîl Osê got, têkoşîna wan li dijî siyasetên înkar û nijadperestiyê ye. Ji ber li dijî gelê wan komkujî pêk hatin.

Malbatên şehîdan di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(fr)

ANHA