Malbatên şehîdan a herêma Firatê: Armanca komployê şikandina îradeya Kurdan e

Mecilsa malbatên şehîdan a herêma Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê hem li çiyayên Kurdistanê û hem jî li çar aliyê Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin, heya ku komploya navneteweyî bi bin dixin.

Malbatên şehîdan a herêma Firatê: Armanca komployê şikandina îradeya Kurdan e
10 cotmeh, 2021   12:36
KOBANÊ

Meclisa malbatên şehîdan ya herêma Firatê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, li hola meclisê ya li Kobanê bi beşdarbûna bi dehan ji malbatên şehîdan, sînevîzyonek pêşkêş kir.

Sînevîzyon li ser pêkanîna komployê ku di encamê de rêber Ocalan hatiye dîlgirtin û hinek nirxandin û dahurandinên Rêber Abdullah Ocalan de bû.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Komplo navnetewî li ser îradeya gelê Kurd di şexesê rêber Apo de di 9`ê Cotmeha 1998`an de bi serkêşiya dewletên navnetewî û destekdayîna dewletên herêmî dest pê kir. Armanca komployê ew bû ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd bişkînin, ji ber vê yekê di 15`ê Sibata 1999`an de komplo pêk anîn. Komplo heta niha jî bi şêwazên curbecur berdewam dike, ew roj ji bo hevahî gelên azadîxwaz rojeke reş e.

Em wek gelê kurd û malbatên şehîdan ji bo ku vê komployê vala derxînin, me ewqas fedekarî û berxwedanî nîşan da. Ji bo valaderxistina vê komployê û azadkirina Rêber Abdullah Ocalan em ê hem li çiyayên Kurdistanê bi piştgirîdayîna hêzên HPG`ê û hem jî li çar aliyên Kurdistanê li dijî her cure xiyanet û êrişan têkoşîna xwe xurt bikin û faşîzma Tirk û hevkarên hilweşînin.

Me wekî gelê Kurd soz daye rêber APO û şehîdên xwe ku em ê têkoşîna xwe bidomînin, her wiha em berxwedana gerîla ya li Garê, Zap, Avaşîn û Metîna ku li dijî her cure teknîka pêşketî û bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker, silav dikin û êrişên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK`ê ku destê wê di nava şehîdxistina gerîlayan de heye, şermezar dikin.

Divê PDK dev ji hevkariya bi dijmin re berde û nebe sedem ku gerîlayên ku parastina tevahî xaka Kurdistanê û şoreşa Kurdistanê dikin, werin şehdîxistin. Berovajî wê divê li dijî êrişên dijim piştevaniya gerîlayan bike, da ku êrişên dijmin bi bin bikevin û Kurdistan azad bibe.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, saziyên civaka sivîl, kesên demokrat û azadîxwaz dikin ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkevin û zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin ku Rêber APO serbest were berdan. Her wiha em bang li wan dikin ku ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrîn, Girê Spî û Serkaniyê fişarê li dagirkeriya Tirk bikin, da ku her kes bi serbilindî vegere cih û warê xwe.

ANHA