Çeteyên dewleta Tirk 2 sivîlên navçeya Racoyê revandin

Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê 2 welatiyên navçeya Reco bi tawnên bê bingeh revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çeteyên dewleta Tirk 2 sivîlên navçeya Racoyê revandin
10 cotmeh, 2021   12:29
ŞEHBA

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê, ji gundên Moseko û Hec Xelîl ên navçeya Racoyê du welatî revandin.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Nezîr Mihemed Tobal ji gundê Hec Xelîl, Selah Osman Ekaş ji gundê Moseko.

Çavkanî ragihand ku çeteyan kesên revandî ber bi cihek ne diyar ve birine.

(dm)

ANHA