Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir

Endamên Kongreya Star di çarçoveya çalakiya xwepêşandanê ya li dergehê Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê tê lidarxistin de, li pêş pira Sêmalka xwepêşandanek li dar xist û banga radestkirina cenazeyên gerîlayan kir.

Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir
Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir
Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir
Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir
Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir
Endamên Kongreya Star li Sêmalka li dijî îxaneta PDK`ê xwepêşandan kir
10 cotmeh, 2021   12:25
QAMIŞLO

Bi hezaran endamên Kongreya Star û endamên Desteya Aborî ji bajar û navçeyên herdu kantonên herêma Cizîrê ber bi konê xwepêşandanê ve herikîn, ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li qada dergehê Sêmalka li dar dixe. Xwepêşandêran îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kir û daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûne, kir. Her wiha sersaxî da malbatên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem.

Endamên Kongreya Star li pêşiya pira di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dike, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, al û sembolên kurdî hildan û sloganên ku îxaneta PDK'ê şermezar dikin, berz kirin. Her wiha xwepêşandêr berê xwe dan konê çalakiyê.

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziyê Mihemed axivî û pesna berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla da. Remziyê diyar kir ku gerîla zarokên gelê Kurdistanê ne û armanca wan ew e ku rûmeta gelan û pêkhateyên herêmê, biparêzin.

Remziyê piştrast kir ku konê xwepêşandanê li dergeha Sêmalka dê heta radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê, dewam bike. Her wiha bang li PDK'ê kir ku li xwe vegere û dev ji dijmantiya xwe li hembrî Tevgera Rizgariya Kurdistanê berde.

Remziyê di dawiya axaftina xwe de banga bilindkirina têkoşînê li hember dijiminên gel kir.

Çalakiya xwepêşandanê li dergehê Sêmalka dê siba bi beşdarbûna şêniyên Qamişlo bidome.

(dm)

ANHA