Li herêmê 273 kesên din bi Korona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li herêmê 273 kesên din bi Koronayê ketine, 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes baş bûne.

Li herêmê 273 kesên din bi Korona ketin
10 cotmeh, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyê diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye 3 mêr û jinek ji Hesekê, jinek ji Tirbespiyê, 3 mêr ji Reqayê, mêrek ji Amûdê, mêrek ji Kobanê, mêrek ji Dêrazorê, mêrek ji Dêrikê û mêrek ji Minbicê ne.

Her wiha destnîşan kir ku li herêmê 273 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 147 mêr, 124 jin in û 14 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 30 hezar û 300 kes bi Koronayê ketine, hezar û 26 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 250 kes baş bûne.

(cx)