Hêzên hikumetê li rojhilatê Derayê dest bi operasyonên kontrolkirin kir

Hêzên hikumeta Şamê li bajarên El-Tîba, Um El-Meyazin û Nesîb ên li rojhilatê Derayê dest bi operasyonên kontrolkirinê kir.

Hêzên hikumetê li rojhilatê Derayê dest bi operasyonên kontrolkirin kir
10 cotmeh, 2021   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê li li bajarên El-Tîba, Um El-Meyazin û Nesîb ên li gundewarê rojhilatê Derayê dest bi opersyonên pqaijkirinê kir. Di çarçoveya pêkanîna nexşerêya Rûsya ya di navbera rûspiyên herêmê û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê de, Hêzên hikumetê tevî Polîsên leşkerî yên Rûsya dest bi kontrolkirina malan kir û li herêmên bajarokên navborî geriyan.

SOHR'ê duh destnîşan kiribû ku rûspiyên gundewarê rojhilatê Derayê bi komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê re li hev kirin ku ji îro ve rewşa kesên xizmeta leşkertiyê pêk neanîne û yên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin, ên li bajarokê Seyda û gundên Kihêle El-Neîme yên rojhilatê Derayê çareser bikin.

Heta niha rewşa nêzî 5 heza kesên neçûne xizmeta leşkertiyê, çekdarên xwecihî û kesên din ên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin, hatiye çareserkirin.

(dx)