Istixbarata Tirk li gundewarê Girê Spî jinek din revand

Çavkaniyê herêmî ji gundewarên kantona Girê Spî ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jinek ji bajarokê El-Elî Baceliyê revand. Di kêmî mehekê de 4 jin ji heman bajarokî tên revandin.

Istixbarata Tirk li gundewarê Girê Spî jinek din revand
10 cotmeh, 2021   10:36
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, panzêrên dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên girêdayî wê duh bi bajarokê El-Elî Baceliyê yê kantona Girê Spî de girt û jina bi navê Uwêş Ehmed El-Uwêd a ji eşîra El-Bo Esaf revand.

Çavkanî diyar kir ku Uwêş ber bi şaxê têkoşîna li dijî terorê ya li navenda kantona Girê Spî ya dagirkirî ve birin.

Ev jina çaremîn ku di 21 rojan de ji aliyê dagirkeran ve tê revandin. Ajansa me di 6`ê Cotmehê de revandina 2 jinên bi navên Zelxa El-Hisên û Fatime El-Giûd, belge kiribû.

Çeteyên Cebha El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker her wiha di 19'ê îlona borî de li ser benda kontrolê ya Um El-Xeratîm a nêzî bajarokê navborî, Kewser El-Ebid a 18 salî revandibû.

Ajansa me her wiha ragihand ku revandina 6 jinên ji bajarokê Hemam Tirkmen û jinek ji bajarokê Silok belge kiribû. Jinên hatine revandin ji eşîrên El-Tirkmen, El-Bo Esaf, El-Ehwes û Teyî û eşîrên din ên herêmê ne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji gundewarê Girê Spî, îro çeteyên dewleta Tirk xwediyê dikana veguhestina pereyan ê bi navê Iyade El-Metriyan yê ji bajarokê Silokê revandiye.

Ajansa me berê diyar kiribû ku li nêzî gundê Erbîd yê girêdayî Silokê girtîgehek veşartî heye, çete kesên ku direvînin dibin wir û li hember berdana wan fidyeyê ji malbatên wan dixwazin.

(dm)