Dagirkeriya Tirk li gundewarê Idlibê sewqiyetên nû pêk anîn

Zêdetirî 100 wesîteyên dewleta Tirk a dagirker yên bi pêdiviyên leşkerî û lojîstîkê barkirî, di dergehê Kefer Lûsîn yê sînorê yê li bakurê Idlibê re derbasî herêma bêçek bûn.

Dagirkeriya Tirk li gundewarê Idlibê sewqiyetên nû pêk anîn
10 cotmeh, 2021   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê berbangê karwanekî nû yê girêdayî hêzên dewleta Tirk a dagirker derbasî herêma bêçek bû.SOHR`ê destnîşan kir ku zêdetirî 100 wesîteyên bi pêdiviyên leşkerî û lojîstîkê barkirî di dergehê Kefer Lûsîn ê li ser sînorê Lîwa Iskenderûn a bakurê Idlibê re derbasî herêma bêçek bûn û ber bi nuqteyên leşkerî yên dagirkeriya Tirk li gundewarên başûrê Idlibê ve bi rê ketin.

Bi vê yekê re, piştî daxuyaniyên têkildarî Idlibê yên di navbera Rûsya û Tirkiyê yên di dawiya Îlona borî de û heta niha, zêdetirî 225 wesayît û kemyonên leşkerî yên bi çekên giran barkirî derbasî herêma bêçek bûne.

(dm)