Xerîb Hiso: Ev 23 sal in komplo darbeyê dixwe

Xerîb Hiso destnîşan kir ku paradîgma Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna gelan komplo têk biriye, lê xeteriyên nûjenkirinê jî berdewam dikin û got: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kes seferber bibe.”

Xerîb Hiso: Ev 23 sal in komplo darbeyê dixwe
10 cotmeh, 2021   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Xerîb Hiso anî ziman ku dewleta Tirk ji vê komploya navnetewî gelek zerer dîtiye û dema rûxandina faşîzma Tirk nêz bûye.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Xerîb Hiso li studyoya ANHA`yê tevlî bernameya taybet bû. Hiso derbarê 23`emîn salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û her wiha geşedanên 23 salan yên bi komployê re pêşketine nirxand.

Hiso komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, şermezar kir û got: “Komploger ji bo berjewendiyên xwe bi ser bixînin ketin nav liv û tevgerekê û komplo pêk anîn. Di nav 23 salan de gelê Kurd gelek tişt bi ser xistin, sazî ava kirin û gelê Kurd û dostên wan teşwîq kirin. Bi saya felsefeya Rêber Apo gelê Kurd ji nû ve rih girt, ji ber wê yekê xeta Rêber Apo nayê berdan. Di van 23 salan de dewletên du komployê de cih girtin, têk çûn. Ew niha ne li ser desthilatdariyê ne û partiyên wan jî belav bûn. Vîna gelê Kurd û Rêber Apo heya niha bandoriya xwe çêdike. Bi milyonan dostên tevgera Kurd û felsefeya Rêber Apo çêbûn. Kesên azadîxwaz, demokratxwaz û xwedî pîvan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan dikin. Di nav 23 salan de komployê darbe xwar û dixwe.”

`LI HEMBER KOMPLOYÊ TIRKIYÊ ZERER KIR`

Hiso anî ziman ku heya niha jî hewildanên nûjenkirina komployê di berdewam in û got: “9 Cotmehê êrişên dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî her wiha peymana Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatiye diyar dike ku hîn komplo di nav nûjenkirinê de ye, lê komplo lewaz bûye û êdî têk diçe. Lewazbûna komployê têkçûna faşîzmê ye. Ger komplo bi ser ketiba, em ê heya niha li vir nerûniştî bana. Dem ne dema nûjenkirina komployê ye, dema çareserkirina pirsgirêkan e. Li hember vê komployê yê ku darbe xwariyê û zerer dîtiye dewleta Tirk a faşîst e. Ji ber wê dewleta Tirk rojnivîsa xwe vedike û dibejê `di kîjan rojê de min derbe li Kurdan xistiye, divê wê rojê de îtîfaqê li ser wan bikim.` Êdî dewleta Tirk bi van rêbazên xwe tê teşhîrkirin. Ji ber ku pêşengtiya terorê dike. Komploya heyî li Tirkiyê zivirî. Temenê dewleta Tirk êdî nemaye. Rûxandina faşîzme dawîanîna komployê ye.

`PÊŞEROJA IRAQA FEDERAL ŞENGALÊ`

Hiso bal kişand ser îtîfaqa Şengalê ya di navbera hikumeta Bexda û Hewlerê de û got ku ev itîfaq beşek ji komployê ye. Her wiha hewildanên PDK yên ji bo derbaskirina Şengalê jî wiha nirxand: “Ev peyman yekser li dijî îradeya Êzidiyan e. PDK`ê xwedî li Êzîdiyan derneket. Ger hêzek wekî PKK nebûya wê çawa biba? Êzidiyan bi alîkariya HPG, YJA-Star, YPG, YPJ Şengal rizgar kirin. PDK`ê bi erebeyan reviyan, şervan bi meşê hatin û Şengal rizgar kirin. Dema ku rizgar kirin PDK`ê li ku derê bû? Şerm e. Divê PDK`ê lêborînê bixwazê, lê niha dîsa hewl dide hêza xwe rê bike. Vekirî bibejim ku Êzidî PDK`ê qebûl nakin. ji ber ku tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye. Iraq bê Şengal nabe Iraq, Başûr jî bê Şengal nabe Başûr. Ger Şengal têk biçe û PDK`ê hêza xwe bibe wir, wê piştî du salên din Başûr bibe bakurê Iraqê. Pêşeroja Iraqa federal Şengal e. Hêlîna ku Êzidiyan li Şengalê ava kiriye, dixwazin xerab bikin. Lê ev tu sûdê li wan nake. Lê ew pêşeroja Başûrê Kurdistanê dixetimîne.

`DIVÊ HER KES SEFERBER BIBE`

Di dawiyê de Hiso bang li hemû gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin û got: “Ger Rêber Apo fîzîkî azad nebe îradeya me giştî ne azad e. Kilîta çareseriya Rojhilata Navîn li gel Rêber Apo ye. Ji bo wê divê çalakiyên me xurtir bibin. Hemleya `Dem Dema Azadiyê ye` salek li pey xwe hişt û êdî dem hatiye ku Rêber Apo bê serbestberdan. Têkoşîn, çalakî û berxwedana me divê xurtir bibe. Her wiha divê em hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bibin.”

ANHA