Hilbijartinên Iraqê dest pê kir..hêviyên guhertinê kêm in

Vê sibehê hilbijartinên Iraqê dest pê kirin, welatiyên Iraqê herikîn navendan û dest bi dengdanê kir. Piştî hilweşîna rejîma Baasê ev hilbijartinên pêncemîn in, her wiha piştî xwepêşandanên gel ev cara yekemîn e hilbijartin tên lidarxistin.

 Hilbijartinên Iraqê dest pê kir..hêviyên guhertinê kêm in
10 cotmeh, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengdanê di saet 07:00`ê sibehê de dest pê kir û heke dengdan neyê dirêjkirin dê saet di 06:00`ê êvarê li gorî dema Îraqê bi dawî bibin.

Çavdêrên navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) çavdêriya hilbijartinan dikin.

Çavdêr texmîn dikin ku rêjeya beşdarbûnê kêm be, tevî ku hikumeta Mistefa Kazimî hilbijartin wekî derfeteke dîrokî ji bo “çareseriyeke giştî” bi nav kiribû.

Li ber navenda dengdanê ya li paytext Bexdayê, serokwezîrê Iraqê Kazimî bang li gelê Iraqê kir ku beşdarî hilbijartinan bibin da ku guhertinekê çêbikin.

Kazimî eşkere kir ku hikumet dê sibe surpirîz û destkeftiyeke mezin a ewlehiyê ragihîne.

Ev hilbijartinên ku dihat payîn sala 2022'an li dar biketana, bi armanca kêmkirina hêrsa gel ya piştî xwepêşandanên Payîza 2019`an yên li dijî gendeliyê û rewşa xirab a aborî û xizmetguzariyê, pêk tên. 

Tê pêşbînkirin ku blokên siyasî yên serdestiya xwe di parlamentoya nû de bidomînin. Di van hilbijartinan de şansê serkeftina Şepêla Sadir ya bi seorkatiya Muqteda Sadir, ya herî mezin e.

Sîstema siyasî ya li ser esasê dabeşkirina tayîfî, her wiha girêdana partiyên siyasî bi hêzên derve ve, hêviyên serkeftina van hilbijartinan û pêkanîna guhertinan kêm dike.

(dx)