Şehîd Tolhildan: Ez hezar carî bimirim jî ez ê dîsa rabim û tev li şoreşê bibim

Helbestvan gotiye “Tirsa xayinan ji hemû tirsan mezintir e.” Ev tirs jî ji ber wê yekê ye ku dijminê xwe wek dost dibîne û herî dawî jî li ber 7 gerîlayan kemîn danî. Ji ber vê tirsê ye ku PDK ji xwe re dibêje Kurd, lê êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê dike.    

Şehîd Tolhildan: Ez hezar carî bimirim jî ez ê dîsa rabim û tev li şoreşê bibim
10 cotmeh, 2021   06:27
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Şehîd Tolhildan Raman yek ji 5 gerîlayan bû ku di kemîneke xiyanetê de şehîd bûbû. Piştî 3 rojan ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî, şehîd Tolhildan di 18 saliya xwe de tev li nava refên şoreşê dibe. Ji bo tolhildana komploya li ser rêber Ocalan navê ‘Tolhildan’ hildide.

Xwişka şehîd Tolhildan dibêje "Dema ji bo ku tev li şoreşê bibe xatir ji me xwest, bavê min got 'Keça minî bila gule ne li pişta te, bila li sîngê te bikeve, tu carî xiyanetê neke’.” Ew jî dibêje: "Ji bo avakirina siberojeke azad ji bo zarokên vî welatî, ji bo azadkirina Kurdistanê ez vê rêyê hildibijêrim. Ez ê tu carî xiyanetê nekim."

Nesrîn Temir bi nasnav Tolhildan Raman, di sala 1980'yî de li Tirbespiyê ji dayik dibe. Tolhildan zaroka malbateke welatparêz e. Tolhildan pir zû gerîlayên azadiyê nas dike û zû mezin dibe. Di zaroktiyê de felsefeya azadiyê ya rêber Abdullah Ocalan nas dike.

Heza welat, di zarokatiyê de dikeve dilê Tolhildanê. Hêj dema biçûk e, pê dizane ku divê ji bo gelê xwe yê bindest û welatê xwe yê talankirî û dagirkirî tê bikoşe.

Piştî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan di temenekî ciwan de tev li nava refên azadiya Kurdistanê dibe. Dizane ku çi qasî şer bike, çi qasî li ber xwe bide, dê ew qasî azad bibe. Dem derbas dibe, roj didin pey mehan, meh didin pey salan û êdî Tolhildan dibe milîtan û fermandareke jin a pêşeng. Lê belê têkoşîna xwe kêm dibîne û dixwaze bêhtir tê bikoşe. Lê li çiyayên Kurdistanê di kemîna xayînan de şehîd dibe.

'KEÇA MIN ÊDÎ HEVRÊYA ME YE'

Xwişka şehîd Tolhildan Evîn Temir dibêje “Xwedî kesayeteke xurt bû” û wiha pê de diçe: "Bi taybetî ew û bavê min wekî hevalan bûn. Di 18 saliya xwe de, 3 roj piştî dîlgirtina Rêbertî biryar da tev li Tevgera Azadiyê bibe. Malbata me tu astengî dernexist. Diya min got "Ev rê, rêya rûmetê ye û min jî dixwest bi te re bêm." Piştî biryara beşdarbûnê, ew û bavê min çûn civîna li Tirbespiyê.  Piştî civînê bavê min derket pêşiya gel û got ‘ji niha û pê ve keça min jî hevrêya me ye' û Tolhildan tev li nava refên şoreşê bû. Piştî ku bi qasî salekê li Sûriyê xebitî, berê xwe da çiyayên azadiyê. Piştî ku bi salan li çiyê ma, sala 2015'an di dema pêngava Minbicê de hat Rojava. Piştî operasyona 6 salan a li Rojava, salek berê dîsa berê xwe da çiyê û di dawiyê de xebera şehadeta wê hat."

Evîn Temir dibêje "Hek em hewl bidin qala heval Tolhildan bikin, gotin kêm in" û bi van gotinan hewl dide qala wê bike: "Di dilê hemû kesên wî nas dikin de cihek ji xwe re çêkiriye. Kî ew nas kiribe tiştekî wê jê re hebû. Di diyalog, nêzîkatî û nêrîna wan de zerar li kesî nedibû. Em di nava malbateke welatparêz de mezin bûn. Mîna me hemûyan, ew jî dema biçûk bû bi hezkirina welêt mezin bû. Helbet, ji ber ku ew mezin bû, gelek tişt berî me fêm kirin. Bi rêya kar hezkirina xwe ya ji bo welatê xwe nîşan da. Piştî dîlgirtina Rêbertî, bi biryara xwe ya tevlêbûna nava refên şoreşê, ev hezkirin di asta herî bilind de nîşan da."

PIŞTÎ 15 SALAN ŞOREŞGERIYA LI WARÊ JIDAYIKBÛNA XWE

Evîn dibêje Tolhildan piştî 15 salan li cihê jidayikbûna xwe têkoşîna xwe ya ji bo şoreşa Rojava dewam kir, ji wê eniyê diçe vî vê eniyê. Evîn Temir got: "Dema ku piştî bi salan hat malê, diyar bû ku xwe wek şoreşger bi pêş ve biriye. Wê her tim dixwend. Di hemleya Minbicê de jî, çawa ku demeke lurt hebûya jî, hema dixwend.”

Evîn Temir hezkirina şoreşgera jin şehîd Tolhildan ji YPJ'ê re wiha rave kir:  "Her tim hezkirina xwe ya ji bo YPJ'ê nîşan da. Digot ‘Ez sed carî bimirim jî ez ê dîsa rabim ser xwe û tev li YPJ'ê bibim. Wek jinekê cihê xwe di nava YPJ'ê de dibînim, li vir bi hêz im. Di nava YPJ'ê de ez xwe wek jineke azad dibînim’."

'EW ÊDÎ KEÇA RÊXISTINÊ BÛ'

Apê wê Beşîr jî dibêje: "Em malbateke welatparêz bûn, deriyê me her tim ji rêxistinê re, ji hevalan re vekirî bû. Zarokên me bi hevalan re mezin bûn û Tolhildan jî wiha mezin bû. Bi wan re xebatên gel dikir. Piştî ku Rêbertî hate girtin, Tolhildan biryara xwe ya tevlêbûnê da. Me jî got "Xwedê bi te re be, ev rê rêya rûmetê ye û em ê li pêşiya we nebin asteng." Di wê civîna li Tirbespiyê de bavê wê got keça wî êdî 'keça rêxistinê' ye."

‘JI BO TOLHILDANÊ NAVÊ XWE KIR ‘TOLHILDAN’

Apê wê Beşîr di sersaxiya biraziya xwe şehîd Tolhildan de got: "Tolhildan  dema tev lê bû ji bo hilanîna tola Rêbertî, navê xwe kir Tolhildan. Şehîdên me şehîdên vî gelî ne. Wek malbatên wan, heta ku em sax bin em ê şopdarên wan bin. Tolhildan dema hat Rojava, ket nava qada şer. Me dizanî ew xurt e, ew her tim di şer de ye. Li Rojava li ku derê şer hebûya, Tolhildan li wir bû. Her tim dixwest şer bike û ew daxwaz heta şehadetê bi cih anî. Ev mala jiyana wê di heman demê de mala rêxistinê bû. Ji ber vê yekê di dile wê de rêxistin hebû."

Beşîr şehîd Zozan jî bi bîr anî ku piştî şehîd Tolhîndan tev lê bûye û di sala 2017'an de gihaştiye şehadetê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Silav ji Îmraliyê re. Xwîna şehîdên me fedayî Rêbertî, gelê Kurd, berxwedêrên zindanê, gerîla û malbatên şehîdan e."

BI GULEYÊN XAYÎNAN ŞEHÎD BÛ

Dema ku çûbû nav gerîla bavê wê jê re gotibû "Tu carî xiyanetê neke".  Lê mixabin şoreşgereke jin ku xiyanet çi ye nedizanî, di şeva 28'ê Tebaxê de bi destê xayinên PDK'ê bi kemînekê tevî hevrêyên xwe hate şehîdkirin.

Dîrok dê xayinan tomar bike helbet, lê divê hevkar û dostên dijminan jî bizanin ku "Xiyanet dê di dawiyê de xiyanetê li xwe bike."

ANHA