Nivîskarê Ereb Îlhamî El Mîlecî: Çareserî tezên Ocalan in                           

Rewşenbîrê Ereb Îlhamî El Milecî diyar kir ku dixwazin bi tecrîdê tezên rêber Abdullah Ocalan asteng bikin lê fikrên wî nikarin bi dîwaran werin sînordarkirin û îşaret bi gotina Ocalan a "Tezên min ji gelê Ereb re wekî derman in” kir.   

Nivîskarê Ereb Îlhamî El Mîlecî: Çareserî tezên Ocalan in                           
10 cotmeh, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Komploya Navneteweyî ya li hemberî tevgera azadiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir. Dema ku rêber Abdullah Ocalan neçar ma ji Rojhilata Navîn derkeve, li hember teklîfên hevkariyê digot “Ez rêgezparêz im, xwedî xeteke ji bo berjewendiyên gelan im, ez şervanekî azadiyê me ku utopyaya wekheviyê ya gelan a bi hezaran salan temsîl dikim, lewma jî ez nikarim bibim şervanê hinekên din.”

Rêber Abdullah Ocalan ku ji rêgezên xwe tawîz neda, niha bi dehan gel wî wek rêber dibînin.

Me çend beş ji parêznameyê rêber Abdullah Ocalan ên der barê pirsgirêkên civaka Ereb û çareseriyên wan de berhev kirin û bandora wî ya li ser gelê Ereb bi rewşenbîr-nivîskar Îlhamî El Mîlecî re nîqaş kir. 

Rêber Abdullah Ocalan dibêje faktorên sereke yên ku pirsgirêka neteweyî ya Ereban xirab dikin nêzî 20 netewedewlet in ku her tim civakîbûna Ereban ji hev dixin, li nirxên xwe yên bingehîn xerîb dike, bi şeran dişewitîne û nirxên wan ên madî tune dike.

Rêber Ocalan destnîşan dike ku ev netewedewletên ku nikarin di nava xwe de konfederasyonekê jî pêk bînin, hilberînerên pirsgirêka neteweyî ya Ereban bi xwe ne û dibêje: "Neteweperestiya olperest û nesebperest-eşîrperest ku bi wan re têkildar e, zayendperestiya bi serdestiya mêran bi temamî qada civakî tarî dike û dixe nava çiravekê. Civakê mehkûmî muhafezekarî û koletiyê dike. Derfetê nade ku tu pirsgirêkan, li hundir an jî derve, li ser navê Ereban çareser bike."

'EW RAMANGER Û TÊKOŞER E'

Rewşenbîr û nivîskarê Ereb Îlhamî El-Milecî analîz û tespîtên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî gelê Ereb û her wiha nêzîkatiya gelê Ereb a ji rêber Ocalan re û Komploya Navneteweyî nirxandin.

Îlhamî El-Milecî destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan ramanger û şervanekî xwedî hişmendiyeke cuda ye û got: "Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo doz û azadiya gelê Kurd bi têkoşînê derbas kir û heta dema xwe, tenduristî û azadiya xwe jî kir berdêl. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku gel û welatên Rojhilata Navîn, li ser rastî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşdîtinên xwe vegotin. Projeya neteweya demokratîk tevkariyê li pêşketina welatên me dike, şiyana gelên me ya ji bo peydakirina jiyaneke birûmet, mafên etnîk, nîjadî û hêmanên mezhebî di atmosfera azadî û demokrasiyê de, temsîla çareseriyeke berfireh û sekinandina dijminatiyan dike."

‘CIVAKA EREB OCALAN TEQDÎR DIKE’

El-Milecî diyar kir ku paradîgmaya rêber Ocalan ji ber peydakirina çareseriyeke radîkal ji pirsgirêkên salên dawî ên li herêmê re teqdîra civaka Ereb qezenc kir û wiha got: "Civaka Ereb bi prestîja navneteweyî ya fikr û nêrîna kûr a rêber Abdullah Ocalan ku dihêle gelen herêmê di nava aştiyê de bijîn, dizane."

'EREBÊN BI NETEWEDEWLETAN HATINE PARÇEKIRIN, JI HEQÎQETÊ HATINE DÛRXISTIN’

Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Dîrok di roja îroyîn de veşartî ye û em di destpêka dîrokê de veşartî ne” û dîroka civaka Ereb jî wiha dinirxîne: "Rastiya kûr û berfireh a veqetandina civak û desthilatdariyê ku perdeya hevpar a îslamî jî nikare veşêre yan jî bifetisîne, ew e ku civaka Ereb û hêzên dewletê hem di dîrokê de hem jî di roja îro de gelekî parçebûyî û bi hev ketine. Ereb gelekî xwedî sîstema eşîriyê ne ku hem dîroka cîhanê bi taybetî ya Rojhilata Navîn ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro hem wek tebeqeya jorîn hem jî tebeqeya jêrîn eleqedar dike. Erebên li ser bingeha netewedewletê hatine parçekirin, Erebên herî qels, herî xitimandî û ji rastiyên dîrokî-civakî qutbûyî ne. Dewlet azadiyê nayne, azad nake. Heke dewlet azadker bûya, mirovên herî azad dê Ereb bûna. Ereb xwedî 50 dewletan in, lê îro di cîhanê de kesên herî kole Ereb in. Ya ku em lê digerin û dixwazin azadî ye."

'NIRXANDIN OCALAN LI SER BINGEHA RASTIYÊN DÎROKÎ NE’

El-Milecî destnîşan kir ku nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê gelê Ereb de li ser esasê rastiyên dîrokî hatine avakirin û got: "Ji ber van şerên li ser hesabê pêşketina gel û neteweyan bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Tişta ku gelên Rojhilata Navîn dike yek, ji tişta ku DYA yan jî Yekitiya Ewropa û yên din dike yek, wêdetir e. Ev yek jî yekitiya neteweyên demokratîk û avakirina zemîneke siyasî û aborî ya entegre pêk tîne, ji ber ku cîhan ji bo entegrasyon, xwetêrkirin û serxwebûna ji navendên aboriya gerdûnî xwedî çavkaniyên mirovî û xwezayî ye."

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku projeya konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi pêş xistiye û wiha rave dike: "Mînak; rewşa Ereban li holê ye. Pir zêde parçebûn heye. Tezên min wekî dermanê Ereban in. Ji bo pirsgirêkên Ereban divê li ser bingeha neteweya demokratîk û komunalîteya civakî modeleke çareseriyê were dîtin. Sed salên dawîn ên neteweperestiya radîkal û îslamperestiya radîkal, civaka neteweyî ya Ereb, civaka komunal a ku di dîrok û emrê xwe yê eşîrî de ne xerîb e, bi têgihiştina neteweya demokratîk tevlihev kiriye; dikare rêyeke jixwebawer û demdirêj a derketinê, çareserî û rizgariyê bibîne û xêz bike."

‘TEZÊN WÎ ÇARESERÎ NE’

Îlhamî El-Milecî îşaret pê kir ku nirxandina rêber Abdullah Ocalan a têkildarî çareserkirina krîzên civakên Rojhilata Navîn û Ereban balkêş e û wiha axivî: "Rola hêzên otorîter di parçebûna Rojhilata Navîn de nayê paşguhkirin û tezên Abdullah Ocalan ên li ser bingeha zanistî ku krîza Rojhilata Navîn çareser kiriye, delîlan pêşkêş dike. Dem dema sekinandina şeran e ku bandorê li pêşketina welat û gelên me yên ji vê krîzê bêzar bûne, dike û gelekî mezin e.”

Îlhamî El Milecî bal kişand ser gotina rêber Ocalan a "Eger sîstema serdest nikaribe pirsgirêkên bingehîn çareser bike, divê sîstem bi xwe were analîzkirin. Modernîteya demokratîk alternatîfa vê yeke ye.” û got: "Pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi çareseriyên kûr û demdirêj, pêşvebirin û bidestxistina mafên mirovan, demokrasî û pêşketina aboriyê dikarin çareser bibin. Ev yek jî bi avakirina jiyaneke hevpar a ji bo hemû gel, çand û baweriyan, her wiha xwedîderketina li taybetmendiyên xwe yên çandî pêkan e."

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî re rû bi rû ma.  Îlhamî El Milecî têkildarî komploya gel li dijî xwe dibinin, wiha axivî:  "Komployali dijî rêber Abdullah Ocalan hem bi tevlêbûn û hem jî ji ber bêdengiyê dê ji bo mirovahiyê wek rûreşiyekê bimîne. Ev komploya namerdî ya ku hêzên rojavayî û rejîma Tirk tev lê bûn, derewên dirûşmên azadî û mafên mirovan derxistin holê. Ocalan dê li pêşberî derew û dek û dolaban her û her wek sembola delalî û rûmetê bimîne."

PEYAMA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Di salvegera Komploya Navneteweyî de anku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk bi armanca ku herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike dest bi êrişê kir. Îlhamî El-Milecî li ser vê yekê got hedefgirtina cihên ku fikr û felsefeya Ocalan gihaştiyê, berdewama komployê ye û wiha pê de çû:  "Êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî peyamek e ku berdewamkirina komploya rejîma Tirk a li dijî Kurdan û mafên wan ên rewa û kîna wan ji Ocalan û tirsa ji fikra wî ya di nava dil û mêjiyê Kurdan de bi cih kiriye, piştrast dike."

'RAMANÊN MIROVÊN AZAD BI DÎWARAN NAYÊN SÎNORKIRIN'  

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên li gel parêzerên xwe de gotibû "Ez rewşenbîr û nivîskarên Ereb ên nêrînên me rast nirxandine, silav dikim."

El Mîlecî bandora tecrîdê ya li  ser civaka Ereb jî destnîşan kir û got: "Tecrîda li ser rêber û ramanger Abdullah Ocalan, asta tirsonekiya ku rejîma otorîter a Enqereyê temsîl dike, radixe pêş çavan. Dîrok piştrast dike ku raman bi dîwaran nayên sînordarkirin, hiş û dilê mirovên azad bi cih û waran ve sînordar namînin. Di heman demê de ev tecrîd parçebûna pergalê piştrast dike û dirûşmên derew ên der barê azadî û demokrasiyê de derdixe holê."

Bang û çalakiyên gelan ên ji bo bidawîkirina tecrîda giran roj bi roj li tevahiya cîhanê belav dibin. Rêber Abdullah Ocalan vê sîstema li dijî xwe bi vî rengî rave dike: “Pergala Îmraliyê wek cihê qelskirin, redkirin û destdanîna ser vînekê ku cîhan/sîstema kapîtalîst ji bo min ava kiriye û tu qanûn û hiqûq tê de cih nagirin, hatiye çêkirin."

Îlhamî El Milecî diyar kir ku welatên rojavayî ku gelek caran sloganên demokrasî, azadî û mafên mirovan têkildarî tecrîda berdewam berz dikin, guh nadin bangên kesên daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan dikin û gotinên xwe wiha berdewam kirin: "Gelo ew nabînin bê ka neheqî û zordariya li ser ramangerê di nava tecrîdê de Abdullah Ocalan di kîjan astê de ye?"