ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2021
9 cotmeh, 2021   23:00

-Şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîd, gazî û windahiyan serdana malbatên şehîd, windahî û birîndaran ên herêma Cizîrê û yên li kampa Serêkaniyê dikin. Her wiha Komîteya "Em ê bimînin û vegerin" li kampa Serêkaniyê daxuyaniyê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya salvegera şehadeta şehîdên Meclisa Neteweyî ya Beyt Nehrên, Saziya Malbatên Şehîdên Suryan û Asur merasîmekê li goristana Şehîdên Suryan û Asur a Hesekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrê Ereb Îlhamî El Milecî diyar kir ku dixwazin bi tecrîdê tezên rêber Abdullah Ocalan asteng bikin lê fikrên wî nikarin bi dîwaran werin sînordarkirin û îşaret bi gotina Ocalan a "Tezên min ji gelê Ereb re wekî derman in” kir.   (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xerîb Hiso destnîşan kir ku paradigma Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna gelan komployê têk biriye lê xeteriyên nûjenkirinê jî berdewam dike û got: "Divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo her kes seferber be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya DYA’yê (USCIRF) Nadine Menza êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî nirxandin û got "Divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hember guhnedana dewleta Tirk a agirbestê tedbîran bigire.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê Remedan El-Rehal got, civaka navnetewyî şirîkê dewleta Tirk di qirkirina giştî ya li dijî kurdan û bi taybet kurdên êzidî yên li Iraqê de ye. Her wih diyar kir ku şerê li dijî kurdan heman demê li dijî ereban e, ji ber xwîn, adet û kevneşopî yek in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD’ê yên li Eyn Îsayê Erdal Kobanê ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî berdewam dikin û got “Em wek şervanên QSD’ê, em ê van planên navneteweyî yên li dijî me têk bibin û gelê xwe di nava aramiyê de bidin jiyandin. Em ê gel û xaka xwe biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed got, dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê di çarçoveya planeke domdar a bi desteka hêzên navneteweyî de ji bo tunekirina kurdan pêk hat. Newroz Ehmed bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi QSD'ê re hevkar be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hozan Seyîdxan diyar kir ku PDK ji her alî ve li hemberî gelê Kurd xwedî siyaseteke xayîn e û destnîşan kir ku PDK dixwaze bi tunekirina Kurdên berxwedêr hebûna xwe bidomîne. (BI WÊNE).

- Endamê Polîtburoya PADÊ Hesen Hecî diyar kir ku êzidiyan li hemberî hemû komployên bi armanca qirkirinê berxwedana xwe îsbat kirin û got: "Armanca sereke ji peymana 9'ê Cotmeha 2020'an ew e ku êzidî di bin koletî û zilmê de bihêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PORTRE

- Helbestvan gotiye “Tirsa xayinan ji hemû tirsan mezintir e.” Ev tirs jî ji ber wê yekê ye ku dijminê xwe wek dost dibîne û herî dawî jî li ber 7 gerîlayan kemîn danî. Ji ber vê tirsê ye ku PDK ji xwe re dibêje Kurd, lê êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê dike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Profesoreke zanîngeha Tunisê û pirspora karûbarên Îslamê diyar kir ku ew piştgiriya hemleya Azadî ji bo rêber Ocalan re dike û got: "Ez dengê xwe li dengên din dikin ku bang dikin doza birêz Abdullah Ocalan dîsa di ber çavan re were derbaskirin. " Her wiha destnîşan kir ku tecrîda ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, li dijî qanûnên navneteweyî û yên mafên mirovan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ji ber destekdayîna Enqere ji komên çete yên "Tehrîr El-Şam" yên li Idlibê re, nakokiyên di navbera wê û Rûsya de zêde bûn. Piştgiriya gel a ji serokê Tunisê re derbeyeke xurt ji koma Îxwan El-Muslimîn e. Li aliyekî din Îran û Rûsya li ser aramkirina rewşa başûrê Qefasyayê li hev kirin.

ANHA