Koçberên Serêkaniyê: Em ê têkoşînê berdewam bikin

Koçberên Serêkaniyê di panelê de gotin, ew ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin heya ku dagirker ji herêmê derkevin û şênî bi ewle vegerin warê xwe.

Koçberên Serêkaniyê: Em ê têkoşînê berdewam bikin
Koçberên Serêkaniyê: Em ê têkoşînê berdewam bikin
Koçberên Serêkaniyê: Em ê têkoşînê berdewam bikin
Koçberên Serêkaniyê: Em ê têkoşînê berdewam bikin
Koçberên Serêkaniyê: Em ê têkoşînê berdewam bikin
Koçberên Serêkaniyê: Em ê têkoşînê berdewam bikin
9 cotmeh, 2021   15:52
HESEKÊ

Di çarçoveya pêngava "Vegera bi ewle ya bê dagirkirî" de Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya "Em ê bimînin û em ê vegerin" paneleke li dar xist. Di panelê de bal hate kişandin ser sûcên dagirkeran ên li Serêkaniyê. Her wiha daxwazên koçberan hatin guhdarkirin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di 9'ê Tîrmeha 2021'an de hate avakirin. Armanc jê ew e ku bi çalakiyan dengê koçberên Serêkaniyê û Girê Spî bighînin raya giştî ya herêmî û cîhanê û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê teşhîr bikin.

Panel li kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayai a bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo rewşa siyasî, rewşa bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî û sûcên dagirkeran ên du salan li dijî şêniyan şîrove kir.

Zehra Semo got: "Beriya du salan mîna vê rojê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên hovane yên bi balafiran birin ser Serêkaniyê. Ev êriş li pêşiya çavê cîhanê û dewletên mezin pêk hatin."

Zehra Semo anî ziman ku dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve beşek ji komploya navneteweyî ye û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî dagirkeriyê nîşaneya hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re ye.

Her wiha diyar kir ku dagirker sûcên herî hovane li dijî sivîlên ku li Serêkaniyê mane, mîna revandin, destdirêjî, talankirin, kuştin û guhertina demografîk dikin.

Zehra Semo di dawiyê de anî ziman ku ew ê bi hemû hêza xwe têbikoşin heya ku herêmên ji dagirekeran rizgar bikin.

Di dawiyê de komîteyê li daxwazên şêniyan guhdar kir. Şêniyan xwestin ku bi ewle vegerin warê xwe û gotin, dê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin heya ku dagirkeran ji xaka xwe derxînin.

Li gorî bernameya komîteyê, dê sibe çalakiyeke prostestoyî  ji aliyê malbatên şehîd, birîndar û windahiyan ve li kampa Serêkaniyê were lidarxistin û daxuyanî were dayîn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z21VSt-2zCo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>