QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir

QSD'ê dewreyeke perwerdeyê ya taybet bi şervanên Suryan bi dawî bû.

QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
QSD'ê dewreya Şehîd Aryos Hesekê ya şervanên Suryan bi dawî kir
9 cotmeh, 2021   14:53
HESEKÊ

Akademiya Şehîd "Akad Marbîşo" ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî dewreya perwerdeyê ya 50 şervanan bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê 45 rojan bi navê  "Şehîd Aryos Hesekê" dewam kir. Di dewreyê de waneyên fikirî, rêbazên şerê taybet, rastiya jinê û perwerdeyên leşkerî li ser rêbazên bikaranîna hemû cûre çek hatin dayîn.

Di merasîmê bidawîkirinê de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî, fermadarên QSD, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Şervanên ku dewre bi dawî kirin toraneke leşkerî li dar xistin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Suryan Orom Suryanî axivî, qedandina dewreyê li şervanan pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Orom Suryanî bal kişand ser salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê û got: "Em teqez dikin ku perwerdeya me dê îsrara me ya bidawîkirina dagirkiriyê û rizgarkirina herêmên me û vegera şêniyan li warê xwe zêde bike."

Suryanî soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî dan.

Di dawiyê de şervanên ku dewre bi dawî kirin, sond xwarin.

Merasîm bi diruşmeyên  "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA