'Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewamiya komploya li dijî rêbertî ye'

Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Herêma Tebqa  û ciwanên şoreşger ên Minbicê dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin û gotin, dagirkirina her du bajaran berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e

'Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewamiya komploya li dijî rêbertî ye'
9 cotmeh, 2021   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna hevserok û endamên  desteyên rêveberiyê li ber avahiya rêveberiyê ve hate xwendin. Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin, armanca dewleta Tirk ji dagirkirinê, ew e ku destkeftiyên gelan û rêveberiya xweser têk bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dagirkeriya Tirk sûcên li dijî gelê Sûriyê dike û ji gund û bajarên wê koçber dike û çekên qedexkirî bi kar tîne û hate gotin, ev sûc berdewamiya komployên li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bexwedana QSD'ê ya li hemberî dagirkeriyê silav kir û got, civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe dibe berpirsên berdewama sûcên dagirkeriyê. Her wiha bang lê kir ku erka xwe li hemberî gelên herêmê bi cih bîne, dagirkeriyê bi dawî bike û garantiya vegera ewle ya koçberan bide.

ARMANCA KOMPLOYA NAVNETEWYÎ EW E KU PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK DERBE BIKE

Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên  Minbicê bi wesîleya salvegera 23'an a Komploya Navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanc ji komployê ew e ku projeya neteweya demokratîk a ku banga jiyana hevpar di navbera pêkhateyên herêmê de, derbe bike

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê li ber avahiyê tevgerê kom bûn û bi vê wesîleyê daxuyanî da.

Hevseroka Tevgera Ciwanan a Minbic û gundewarên wê Hedîl El-Casim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyalê de hat destnîşankirin ku wek îro ji beriya 23 salan dewletên kaptalîst û bi taybet dewleta Tirk û Amerîka dest bi komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û piştî ku tevahî dewletên kaptalîst li hev kirin, ew komplo pêk anîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Tevî hemû astengiyên ku pêşberî rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha îmralî derketin, lê dîsa jî fikir û felsefeya wî li tevahî cîhanê belav bû."

Ciwanan bal kişandin ser êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, armanc ji van êrişan ew e ku gelên herêmê çogê deynin û ji fikirê rêbertî dûr bikevin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:" Em Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic soz didin rêbertî û tevahî gel ku em ranewastin heta ku rêber ji girtîgehên faşist azad bikin û fikira wî ya azad bighînin hemû gelan. Her wiha em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku hemû axan rizgar bikin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7HqBale8tsU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kR-MtKiuoJ0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>