Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan

Li Helebê bi hezaran daketina qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.

Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes ji bo rêber Ocalan meşiyan
9 cotmeh, 2021   14:17
HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Girse ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûdê dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên rêber Ocalan û al û sembolên kurdî hatin hildan û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û banga azadiya rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan a herêma Cîbayat a beşê rojhilat ê taxa Eşrefiyê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

Piştre, endama rêveber ên Komîteya Azadiya Rêbertî Amina Xidro û endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk di dosyaya rêber Ocalan de hemû qanûn û pîvanên mirovahiyê derbas dike.

Her wiha hate diyarkirin ku berxwedan wê berdewam bike heya ku azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk were û hate destnîaşankirin ku erka hemû gelan ew e bi hemû hêza xwe têkoşînê bikin, dengê heqîqetê bighîne tevahî qadên cîhanê û banga azadiya rêbertî bikin.

Kesên axivîn, 9'ê Cotmehê bi rojeke bi êş ji bo gelên azadîxwaz bi nav kir.

Di dawiya axaftinan soza xurtkirina têkoşînê heta azadiya rêbertî û rizgarkirina herêmên dagirkirî hate dayîn.

ANHA