Rojnameya Jyllands-Posten îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand

Rojnameya Danîmarkî “Jyllands-Posten”, di salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser rêber Abdullah Ocalan de, tam rûpel îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand.

Rojnameya Jyllands-Posten îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand
9 cotmeh 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Danîmarkî ya xwedî tîrajek herî bilind Jyllands-Posten, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser rêber Abdullah Ocalan de, tam rûpel îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand.

Rojnameya ku rojan e 20 milyon kes dişopîne, bal kişand ser tecrîda giran a li ser rêber Ocalan, qala xeyalê Neo-Osmanî yên Serokkomarê Tirk Erdogan ku bi polîtîkayên yek kesî, bi awayekî sîstematîk zilê li gelê Kurd û muxalefetê dike. Balê dikişîne ser xebatên ji bo azadiya rêber Ocalan û şexsiyetên cîhana akademiyên siyasî, hunermend, dadwer, hiqûnas ên li Danîmarkayê destekê didin azadiyê. Dîsa Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan li hucreyên girtîgehê de nivîsandî.

Di dawiya îlanê de jî tê destnîşankirin ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan divê zêdetir xebatên dorfireh bên kirin, daxwaz ji Danîmarka hate kirin ku zêdtir aktîf di têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê de bibe xwedî rol.