Rifet Esed vegeriya Sûriyê

Li gorî rojnameya El-Weten a girêdayî hikumeta Şamê, piştî ku Beşar Esed destûr da, Rifet Esed vegerî Sûriyê.

Rifet Esed vegeriya Sûriyê
8 cotmeh, 2021   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Weten da zanîn ku ji bo li Fransayê nekeve girtîgehê, Beşar Esed destûra vegerê dan Rifet Esed.

Rojnameyê da zanîn ku piştî zêdetirî 30 salî li Ewropa muxalif e Rifet Esed duh danê nîvro vegeriya Şamê.

Rojnameya El-Weten eşkere kir ku Rifet Esed duh gihaşt Şamê, da ku li Fransayê nekeve girtîgehê. Ew jî piştî Fransa ceza lê birîn, milkên wî hatin desteserkirin û pereyên wî li Spanyayê jî hatin desteserkirin.

Li gorî heman rojnameyê, bi girtekên tund û bêyî ku rola wî ya siyasî an civakî hebe destûra vegere da Rifet El-Esed.

(fr)