MSD'ê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê kir

MSD'ê banga li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku tevahî berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi dawî bikin. Her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254'an diyalogan pêk bînin.

MSD'ê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê kir
8 cotmeh, 2021   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî salvegera duyemîn a dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"9'ê vê Cotmehê salvegera duyemîn a êrişên Tirkiyê yên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye. Her du bajar bi awayekî sivîl ji aliyê pêkhateyên wê ve dihatin birêvebirin ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Di encamên êrişên dagirkirina her du bajaran de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê bi sedan şehîd û birîndarên sivîl û leşkerî çêbûn. Her wiha wêraniyeke mezin gihişt binsaziya her du herêman. Dîsa jî bi deh hezaran niştecihên herêmê ku li dijî wan sûcên şer, siyasetên qirkirin û guhertina demgorafîk a plankirî hatin kirin koçber bûn û li şûna wan malbatên çeteyan ên cîhadîst ên tundraw ji deverên cuda hatin bicihkirin. Bi vê yekê xwestin rewşeke nû ya rêvebirinê biafirînin û taybetmendiyên herêmê di hemû aliyan de çandî, neteweyî, etnîkî û olî de biguherin.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), berxwedana rûmetê ya li Serêkaniyê bi bîr tînin û bejan xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin. Em dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li Serêkaniyê û Girê Spî şermezar dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin tevahî berpirsyartiyên xwe bi cih bînin dagirkeriya Tirk li van her du bajaran û tevahî bakurê Sûriyê di serî de Efrînê bi dawî bikin. Her wiha em banga hesabxwestina sûcdaran dikin ku sûcên der mirovî li dijî sivîlan pêk anîn. Mîna şehîdxistina Sekretêra Giştya ya Partiya Sûriya Pêşerojê têkoşer Hevîn Xelef. Bang dikin ku bê dereng xistin nêzîkbûnekê pêk bînin ku dagirkeriyê bi dawî bike û vegera ewle ya tevahî koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê û tevahî bajar û gundên Sûriyê misoger bike.

Her wiha em bang li gelê xwe yên Sûriyê û hemû aliyên niştimanî yên sûrî dikin ku siyaseta diyalogan bipejirînin da ku Sûriyê ber bi prosesa siyasî ve bibe ku aloziyê wê li gorî biryara navneteweyî  ya 2254 çareser bike û rêveberiyeke sivîl, nenavendî û demokratîk ku hemû pêkhateyên wê yên entîkî, çandî û olî hembêz bike ava bibe, dewleteke ku li gorî girîngiya xwe ya dîrokî têkiliyên xwezayî bi hemû dewletên cîranê re hebin."

ANHA