Li Efganistanê teqîn; bi dehan kuştî û birîndar hene

Li wîlayeta Qendehar a bakurê Efganistanê teqînek mezin rû da. Li gorî dezgehên çapameniyê di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.

Li Efganistanê teqîn; bi dehan kuştî û birîndar hene
8 cotmeh, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên destpêkê, îro li mizgefteke şîeyan a li wîlayeta Qendehar a bakurê Efganistanê teqîneke mezin rû da û di encamê de bi dehan kes hatine kuştin.

Malpera Amaj News ji şahidan ragihand ku di encama teqînê de nêzî 100 kes hatine kuştin.

Ajansa Sputnîk a Rûsî jî li gorî şahidekê bûyerê destnîşan kir ku di teqînê de herî kêm 30 kes hatine kuştin û 70 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd li ser hesabê xwe yê Twitterê piştrast kir ku di êrişê de kuştî û birîndar çêbûne.

(cx)