NY: Tirkiyê zarok ji bo şer şandine Lîbyayê

Konseya Mafên Mirovan a NY`yê bi raporekê diyar kir ku dewleta Tirk zarok bi çek kirine û ji bo ku şer bikin, şandine Lîbyayê.

NY: Tirkiyê zarok ji bo şer şandine Lîbyayê
8 cotmeh, 2021   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora onseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de wiha hate gotin: “Li gorî îsbatên me di dawiya sala 2019`an de bi dest xistine, Tirkiyê zarokên di navbera 15 û 18 saliyê de bi çek kirine û ji bo şerê li dijî Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê li kêleka çekdarên hikumeta Wîfaqê, li hemberî pereyan dane şerkirin.”

Di raporê de hate diyarkirin ku Tirkiyê peymanên navneteweyî yên têkildarî biçekkirina zarokan di şeran de, binpê kirine û êrişên ku tê de sivîl hatine kuştin, ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de hatine kirin.

(cx)