Asayîşa PDK`ê koçberan neçar dike dengê xwe bidin

Li kampa Bacîd Kendala ya girêdayî Navçeya Zaxo ya Parêzgeha Duhokê ku koçberên Êzidî lê dimînin, di dema dengdayînê de endamên asayîşê zor li koçberan kirine û xwestine dengan bidin namzetên PDK’ê.

Asayîşa PDK`ê koçberan neçar dike dengê xwe bidin
8 cotmeh, 2021   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Iraq û Başûrê Kurdistanê di çarçoveya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de, hêzên ewlekariyê, koçber û kesên nexweş deng didin. Di vê çarçoveyê de li kampên koçberan ên li Duhok, Silêmaniyê jî koçberên Êzidî dengê xwe bikar tînin. Lê li gorî ajansa Roj News`ê li hinek kampan hêzên asayîşa girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) zorê li koçberan dikin ku dengên xwe bidin namzetên PDK’ê.

Li gorî ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji ber sedemên ewlehiyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, li Kampa Bacîd Kendala ya Zaxoyê endamên asayîşê zor li koçberan kiriye.

Çavkaniyan ragihand ku hinek endamên asayîşê ku hinek ji wan cilên fermî, hinekan jî cilên sivîl li xwe kiribûn, li pêşiya cihên dengdanê rawestiyane û ji koçberan pirsa “Xwendin û nivîsandina we heye yan na?” dikin. Hinek koçberan jî gotine ku xwendina wan nîne. Li ser vê bersivê endamên asayîşê kartên namzetên PDK’ê dane wan û xwestine ku wisa dengên xwe bikar bînin.

Her wiha çavkaniyan gotin ku endamên asayîşê kartên dengdayînê yên hinek koçberan jî, ji wan girtine û li gel wan ketine cihê dengdayînê.