'Rêber Ocalan Îmralî kiriye cihê çareserkirina dozên Rojhilata Navîn'

Kesayetên welatparêz bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda çareserkirina doza kurdî û dozên Rojhilata Navîn.

'Rêber Ocalan Îmralî kiriye cihê çareserkirina dozên Rojhilata Navîn'
8 cotmeh, 2021   12:05
HELEB-ARIF SILÊMAN

Kesayetên welatparêz ên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro têkildarî Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da û komplo şermezer kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîteya Rûspiyan a Helebê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd ji aliyê Mihemed Heyder ve hat xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji tevgerên rizgariya nîştimanî yên ku herî zêde rastî komployê hatine, tevgera rizgariya Kurdistanê ye. Dewletên komploger xwest bi rêya avakirina partiyên girêdayî xwe, wan bikin ajan da ku wan bi kar bînin, rêveber û fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikujin. Dewletên komploger bi rêya Gladyoyê dest bi xêzkirina plana komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir, ji bo ku wî ji gel qut bikin.”

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku 9`ê Îlona 1998`an destpêka komployê bû, dema rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket û piştî wê bi 4 mehan di 15’ê Sibata 1999`an de dîl hat girtin. Her wiha hat diyarkirin ku ev roj di dîroka gelê Kurd de bi ‘Roja Reş’ hat binavkirin. Hat destnîşankirin ku rêber Abdullah Ocalan dema ji Sûriyê derket planên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn têk birin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hat diyarkirin: “23 sal di ser dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn. Rêber Abdullah Ocalan ew girtîgeh bi fikr û felsefeya xwe veguherandiye akademiyekê da ku doza kurdî û dozên nakok ên Rojhilata Navîn çareser bike.”

Di daxuyaniyê de kesayetên welatparêz soza şopandina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan da heta ku bi awayekî fîzîkî azad dibe, gelê Kurd û hemû gelên bindest, di serî de gelên Rojhilata Navîn azad dibin û hemû di bin banê projeya neteweya demokratîk de kom dibin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5yPtJeYUIYM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>