Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê: Siyaseta AKP-MHP’ê berdêlên giran li gelên herêmê ferz kirin-HATE NÛKİRİN

Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku, “Têkoşîna birêz Abdullah Ocalan di nav gelan de belav bû lê desthilata AKP-MHP’ê jî siyaseta xwe ya zext û înkarê berdewam kir. Vê yekê jî li gelên herêmê berdêlên giran ferz kirin û ew yek hîna jî didome.”

Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê: Siyaseta AKP-MHP’ê berdêlên giran li gelên herêmê ferz kirin-HATE NÛKİRİN
8 cotmeh, 2021   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê bi wesîleya salvegera 9`ê Cotmehê binçavkirina nûnerên wan ê Hewler’ê daxuyaniyek da raya giştî.

Nûnertiyê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 9`ê Cotmeha 1998`an û heta niha rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran de hatiye girtin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Bê guman Komploya Navneteweyî û tecrîda giran ya li du wê, ne mimkun e were qebûlkirin.” Nûnertiyê derbarê girtina nûner û endamên wan jî got, diyare ev binçavkirin nayê qebûlkirin û got cihê wan jî kare wan jî fermîne û asayîş kengî bixwaze dikare biçe nûnertiya wan û bi wan re bide bistîne.

‘PÊWÎSTÎ BI ENIYEKE DEMOKRASIYA RASTEQÎN HEYE’

Nûnertiyê di daxuyaniya xwe de komplo şermezar kir û îşaret bi têkoşîna 23 salan a rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê hate kirin û wiha hate gotin: “Di nava van 23 salan de birêz Abdullah Ocalan kêliyeke jî ji xeta çareseriya demokratîk û pêkvejiyana azad û demokratîk venegeriya. Têkoşîna çareserîya demokratîk ya birêz Ocalan roj bi roj di nav gelan de belav bû lê desthilata AKP-MHPê jî siyaseta xwe ya zext û înkarê berdewam kir. Vê yekê jî ne tenê gelên Kurd û Tirk, li gelên herêmê berdêlên giran ferz kirin û ew yek hîna jî didome.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk bikin esas û wiha lê zêde kir: “Wekî ku deklarasyona partiya me de jî hatibû destnîşankirin, em di wê baweriyê de ne ku hemû pirsgirêk wê tenê bi rêyên diyalog û muzakereyan bên çareserkirin. Ya ku vê yekê pêk bîne jî di serî de têkoşîna gelê Kurd û ya hemû gelan a hevpar e. Deklerasyona ku partiya me di 27'ê Tebaxê de daye, ji bo vê yekê derfet û firsendên mezin çêkirine. Lewma jî eniyeke demokrasiya rasteqîn ji her demê bêtir bûye mecbûriyetek.”

'EM HÊVÎ DIKIN BÛYERÊN WIHA DUBARE NEBIN'

Têkildarî binçavkirina endamên HDP’ê ji aliye hêzên PDK`ê ve, nûnertiyê wiha got: “Wekî hûn jî dizanin em 4 endam û nûnerên HDP’ê yên Hewlêrê ji bo demeke kurt be jî, ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatin binçavkirin. Nabe em kiryarên wiha qebûl bikin. Ji ber ku em li vê derê nûnerên partiyeke sîyasî ne û xebatên xwe bi fermî dikin. Navnîşanên me xuya ne û xebatên me jî li ber çavan in. Asayîşa herêmê çi dema bixwaze dikare me ziyaret bike, li me guhdarî bike û heke hebe jî pirsgirêkan ji me re bibêje.

Em vê hestîyarîyê ji Kesên ku peyvendidar daxwaz dikin. Ji we hemiyara dubara slav û rêzen xwe pêşkêş dikîn”