PYD: Azadiya fîzîkî ya rêber Apo tê wateya bidawîkirina komployê

Meclisa Gitşî ya PYD`ê bang li hemû kurd û parêzvanên azadiyê kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin û got, “Ev têkoşîn rêya yekane ya bidawîkirina komployê ye.”

PYD: Azadiya fîzîkî ya rêber Apo tê wateya bidawîkirina komployê
8 cotmeh, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gişît ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 23`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI AZADKIRINA RÊBER ABDULLAH OCALAN BI DAWÎ DIBE

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komploya navneteweyî ku di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de gelê kurd kir hedef, dikeve sala 24`an. Tevî ku gelek aliyên komployê hatin eşkerekirin, lê belê hîna jî gelek aliyên din ne diyar in. Gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bi zilm û neheqiyê dihesin û ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan têdikoşin.”

Di daxuyaniyê de bal li ser binpêkirinên mezin ên li dijî rêber Abdullah Ocalan hat kişandin û hate gotin: “Ji beriya 23 salan ve li dijî rêber Abdullah Ocalan îşkenceya fîzîkî û derûnî tê kirin. Bi hemû rêbazan hewl didin wî di girtîgeha yekkesî ya li girava Îmraliyê de, tune bikin. Bi salan e rêber Ocalan ji mafên hevdîtinê yan pêkanîna peywendiyan bi malbat û parêzeran re bêpar hatiye hiştin. Hêzên komploger hemû pîvanên qanûn û exlaqê paşguh dikin, rêber Ocalan jî bi vîneke ji pola li ber xwe dide.

Komplo di çarçoveya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn ya li gorî berjewendiyên hêzên hegemoniya cîhanî anku hêzên modernîteya kapîtalîst de wekî rêber Apo bi nav dike, pêk hat. Ew hêz di nexşeya xwe de cih nedane Kurdan. Hêza rêber Apo û rêxistinbûna daye afirandin, dê planên wan vala derxe. Ji lewme hew didin laş ji bendenê qut bikin.

Ruxmî hemû kirinên derexlaqî jî rêber Abdullah Ocalan fikr û felsefeya xwe pêş xist û rê li pêşiya gelên herêmê ronî kir. Her wiha bi rêya paradîgmeya neteweya demokratî rê nîşanî wan da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bedena ku hêzên hegemonîk xwestin qut bikin û parçe bikin, yekbûna xwe parastin û veguherî hêzekê ku gelê kurd û bejewendiyên wî diparêze.

Berxwedana gelê Kurd ya li hemberî vê komployê û amûrên wê, doza kurdî ji çarçoveya herêmî veguhest çarçoveya cîhanî ku pêwîste bê çareserkirin. Êdî hêzên demokratîk û raya giştî ya cîhanê piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd û wekî şirîkekî parêzvanê nirxên mirovahiyê, azadiyê û demokratiyê dibînin.

Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê wateya bidawîkirina komployê. Ruxmî destkeftiyên ku bi saya berxwedana gelê Kurd û dostên wan hatine bidestxistin, lê komplo hîna berdewam e. Heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe û gelê xwe bi rêveber nebe ev komplo bi dawî nabe.”

Em bang li gelê Kurd û hemû hêzên parêzvanên demokrasiyê û mafên mirovan dikin ku têkoşîna xwe neta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo dewam bikin.

 (şx)