Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata rêberê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriyê û Muduriyeta Girtîgehê dan.

Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
8 cotmeh, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêberê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê her wiha serî li Muduriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan ku karibin hevdîtinê bikin.

Serlêdanên parêzeran bê bersiv têne hiştin.