PDK gef li pêşmergeyan xwar: Hûn dengê xwe nedin me em ê we ceza bikin

Fermandarên PDK’ê ji niha de ji bo hilbijartinan dest bi sextekariyê kirine. Fermandarên PDK’ê ji pêşmergeyan re dibêjin; “Ger hûn dengê xwe nedin me, em ê we ceza bikin.”

PDK gef li pêşmergeyan xwar: Hûn dengê xwe nedin me em ê we ceza bikin
8 cotmeh, 2021   10:38
NAVENDA NUÇEYAN

Iraqî wê di 10’ê Cotmehê de, ji bo hilbijartina parlementoyê biçe ser sindoqan. Îro ji bo “dengdana taybet” a leşker, polîs, asayiş, penaber û girtiyan deng tên dayîn. Dengdana taybet wê heya saet 18:00’ân dewam dike.

Di saetên destpêkê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi sextekariyê kir. Li navendeke Herêma Soran ya ser bi Hewlêrê, di saetên dengdana taybet de, kerta propagandaya namzetên PDK’ê bi ser dengdêran hate belavkirin.

Li Herêma Soran ji bilî namzetên din, 4 namzetên PDK`ê hene. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li wê herêmê pirsgirêk derketiye.

GEF LI PÊŞMERGEYAN DIXWIN

Li aliyek din fermandarên PDK`ê li heman herêmê pêşmergeyan ditirsînin. Li gorî agahiyan fermandarên PDK’ê beriya ku pêşmerge dengê xwe bi kar bînin, telefona wan dikin û ji wan re dibêjin; “Amêrên dengdanê, dengê we eşkere dike. Ji ber wê ger hûn dengê xwe nedin namzetên me, em ê we ceza bikin.”