Di hefteyekê de balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 200 êriş li dijî DAIŞ`ê pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê vê hefteyê bi 200 êrişên hewayî herêmên cuda yên beyara Sûriyê kirin hedef.

Di hefteyekê de balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 200 êriş li dijî DAIŞ`ê pêk anîn
8 cotmeh, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) êrişên hewayî yên balafirên şer ên li dijî deverên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê, berdewam in. Balafirên Rûsyayê ji destpêka Cotmehê ve herî kêm 200 êriş pêk anîne.

Êrişên Rûsyayê li dijî derdora Asraya, Resafe û deverên din ên sêgoşeya Heleb-Hemayê û Reqayê, herêma Sexnê, gundewarên Tedmurê, deverên din ên beyara rojhilatê Himsê û beyara Dêrazorê pêk hatin.

Di encama êrişan de herî kêm 17 çete hatin kuştin û 27 çeteyên din birîndar bûn.

Her wiha li gorî SOHR`ê bi van daneyan re ji 24`ê Adara 2019`an ve hejmara kuştiyên hikumeta Şamê gihaşt hezar û 570’yî. Di nav de yên ne sûrî hene û herî kêm 2 leşkerên Rûs hatine kuştin. Li rex wê jî 153 endamên komên alîgirên Îranê yên ji nasnameyên cuda hene.

SOHR`ê diyar kir ku di heman demê de ji ber êrişên çeteyan, 4 karmendên ku di zeviyên gazê de kar dikirin, bi dehan şivan û sivîlên din hatine kuştin. Her wiha SOHR`ê bi bîr xist ku di êriş û topbarana hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê de hezar û 67 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

(şx)