Derar bang li hikumeta Şamê kir ku vegere maseya diyalogê

Hevserokê MSD`ê daxuyaniyên rayedarên hikumeta Şamê û tawanbariyên wan wek berovajîkirina rastiyê bi nav kirin, her wiha bang li aqilmendan kir ku vegerin rêya çareseriya siyasî û dûrî xîtaba tûj bikevin.

Derar bang li hikumeta Şamê kir ku vegere maseya diyalogê
8 cotmeh, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Riyad Derar têkildarî daxuyaniyên rayedarên hikumeta Şamê ku duh li ser malperên fermî hatibûn weşandin, bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad duh Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hewldanên cudakariyê tawanbar kiribû.

Derar got: “Gelek rêbazên têkoşîna li dijî terorê hene. Çareseriya yekane û têkoşîna yekane çareseriya siyasî ye ku hemû sûrî wê bi rêya diyalogê qebûl bikin. Ne bi rêya xîtaba tûj e ku em her tim ji devê nûnerên rejîmê dibihîzin. Ne ji Îran û Rûsyayê bûya, rejîm baş dizane dê çarenûsa wê çawa bûya. Lewra çareseriya yekane diyalog e. Wê demê em ê bikarin li hemberî hemû cureyên terorê bisekinin.”

‘DIVÊ HER KES JI BO SÛRIYÊ KAR BIKE’

Derar destnîşan kir ku hebûna dewletên herêmî û navneteweyî li Sûriyê ne encama hebûna rewa yan nerewa ye, lê belê wan ji ber berjewendiyên xwe û ji ber lawaziya dewletê û rewşa Sûriyê ya xirab destwerdan kirin.

Derar wiha pê de çû: “Tiştên niha rû didin, sorkirin e. Mîna ku em ji nû ve dest pê dikin. Rêya çareseriya siyasî li pêş me vekirî ye, divê aqilmend vê rêyê bipejirînin.“

Derar bal kişand ser hebûna dewleta Tirk li Sûriyê ku bi rêya lihevkirinên Astanayê bi Rûsya û Îranê re pêk hat û got: “Divê derxistina Tirkiyê ji Sûriyê bi rêya navbeynkaran pêk were, yê ku rê da Tirkiyê derbasî Sûriyê bibe û beşek ji Sûriyê da Tirkiyê û ya din di bin navê “herêmên bêçek” de radestî hikumeta Şamê kir.”

‘DEMA SÛRÎ LI HEV BIKIN, DÊ AMERÎKA DERKEVE’

Girêdayî heman mijarê Riyad Derar got: “Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê li herêmê ye. Dema erka wê bi dawî bibe dê ji Sûriyê derkeve. Em garantiya vê yekê didin. Divê nûnerên hikumeta Şamê fêm bikin ku ev lîstok li ser her kesî xetere ye û divê bi gelê xwe re li hev bikin da ku dagirker derkevin.”

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teror tune ye. Berovajî wê şerekî dijwar li dijî terorê hebû ku hikumeta Şamê ji herêmên “xîlafetê” ku paytexta wê Reqa bû, vekişiya. Ev tê wateya ku şerê rastîn ê li hemberî terorê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Hêzên li dijî terora DAIŞ`ê li ber xwe didin, ciwanên herêmê bi xwe ne. Destpêkê YPG û YPJ û piştra QSD ava bûn. Ev hêz ji ciwanên herêmê ne. Ew ne terorîst in û nabe kesek wan bi vê yekê tawanbar bike.”

(şx)

ANHA