TEV-DEM`ê komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan şermezar kir

Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir, ku ji ber siyaseta neexlaqî û neadil a dewletên komploger li hemberî îradeya rêbertî û îradeya gelên herêmê, roleke neyînî lîst.

TEV-DEM`ê komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan şermezar kir
8 cotmeh, 2021   06:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dauxyanî wiha:

Di destpêka daxuyniyê de wiha hate gotin: “Komploya navneteweyî ku gelek dewletên cîhanê beşdarê bûn ji ber siyasetên wan yên neexlaqî û neadil ên li hemberî vîna rêber Abdullah Ocalan û vîna gelên herêmê bi giştî, roleke neyînî lîst. Komplo ne qanûnî ye û ne hiqûqî ye û hemû rêgezên hiqûqî û mirovî binpê dike. Navendên lêkolînên stratejîk ên cîhanê ev komplo bi komploya sedsalê bi nav kir. Dewletên komploger ji vê komployê armanc kirin ku dest deynin ser vîna gelê Kurdistanê û destkeftiyên wî yên dîrokî, vîna biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibin û vîna gelên herêmê bê serok û bê felsefe bihêlin. Heke komplo xwedî nirxekî exlaqî û hiqûqî bûya, wê demê rewşa herêmê dê cuda bûya û nedigişt vê halî.”

DEWLETA TIRK TECRÎDÊ FERZ DIKE Û HOVTIRÎN KIRYARÊN ŞOFÎNÎST LI DIJÎ RÊBERTÎ BI KAR TÎNE

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 23 sal in rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide ruxmî ku dewleta Tirk di girtîgehê de tecrîdeke giran lê ferz dike û hovantirîn kiriyarên şofonîst, cezayên nehiqûqî û neqanûnî li dijî wî pêk tîne, wekî hewldanên jehrîkirinê û îşkenceyê. Her wiha derfetê nade ku malbat û parêzer serdana wî bikin. Ji van kiryaran diyar dibe ku dewleta Tirk heta niha negaştiye çareseriyên aştiyane û demokratîk.

Her wiha hate destnîşankirin ku rêber Abdullah Ocalan îro hêvî û vîna mirovahiya azad û çînên civakê temsîl dike û ji bo peydakirina aştiyeke demokratîk û diyalogê têdikoşe û wiha dewam kir: “Azadiya rêber Abdullah Ocalan misogeriya yekane ya çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêmê ye. Lê mixabin delweta Tirk û dewletên komploger, vê rastiyê paşguh dikin. Berovajî wê tundiyê û terorê zêdetir bi kar tînin. Êrişên wê yên leşkerî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê, hewldana dagirkirina Şengalê, ev hemû berdewama komploya navneteweyî ne. Li gel bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û gelek herêmên din ên Kurdistanê dagir kirin û gefên wê hîna berdewam in. Dewleta Tirk ji bo tunekirina nasnameya kurdî û qirkirina Kurdan, guhertinên demografiyê li herêmên dagirkirî yên Kurdan pêk tîne.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser girîngiya berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de, tevlêbûna bi hezaran girtiyên siyasî û bi deh milyonan ji seranserê cîhanê ji hemleya `Dem Dema Azadiyê` ya û hate teqezkirin ku felsefeya neteweya demokratîk projeya herî guncaw û serkeftî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û aloziyên li heêrmê herêmê ye.

TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li dewletên komploger kiur ku dev ji siyasetên xwe yên kevin berdin û di sêrî de rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serberst berde.

Her wiha banga li hemû azadîxwaz, demokratîkxwaz û hemû saziyên hiqûqî û mirovî yên cîhanê kir ku piştgiyê bidin daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan, hewl bidin siyasetên şofanîst ên komploger têk bibin û got: “Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan lê belê ji bo gel û pêkhateyên herêmê bûye sembol û hêvî û hemû gel û pêkhate azadiya xwe di azadiya rêber Abdullah Ocalan de dibînin.”

(şx)