Bedran Hemo: PDK’ê lêvegera ENKS’ê ye û herdu girêdayî dewleta Tirk in

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Bedran Hemo got, bangên ENKS’ê ji bo koçberên Efrînê ku vegerin warê xwe yên dagirkirî, nîşaneya têkçûyîna wê ya siyasî ye. Hemo da zanîn ku siyaseta ENKS’ê ji ya DAIŞ’ê û çeteyên Tirkiyê ne cuda ye.

Bedran Hemo: PDK’ê lêvegera ENKS’ê ye û herdu girêdayî dewleta Tirk in
8 cotmeh, 2021   06:07
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bedran Hemo têkildarî mijarê wiha got: "ENKS’ê hîna di xiyaneta li gelê Kurd de berdewam e, destekê dide dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha dixwaze koçberên Efrînê bixapîne ku li xaka dagirkirî vegerin û piştre werin revandin, şantajkirin û qetilkirin."

Hemo wiha lê zêde kir: "ENKS’ê ji bo qirkirina kurdan amûreke di dest dewleta Tirk de ye, bi taybet piştî ket bin sîwana Îtîlafa Sûriyê ya destekê ji dewleta Tirk digire û armancên wan heman in."

Hemo diyar kir ku avabûna Rêveberiya Xweser li xwşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê ji dema avabûnê ve bi hemû rêbazan şerê wê dike û di wî şerî de çete, partî û meclisên xwe bi kar tîne, di serî de jî ENKS’ê da ku armancên xwe pêk bîne.

‛SIYASETA ENKS’Ê ÎFLAS KIRIYE Û XIZMETA PROJEYÊN DAGIRKERIYA TIRK DIKE’

Girêdayî bangên dubare yên ENKS’ê li şêniyên Efrînê ku vegerin bajarê xwe yê dagirkirî Hemo got ev yek tê wateya îflaskirina siyaseta ENKS’ê li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li Efrînê dagirkirî û ev tişt got: "Serketina Rêveberiya Xweser siyaseta ENKS’ê, hebûn û desthilata wê li Rojava bi bin xist. Ji lewre ji ber wê îflasê xizmeta dewleta Tirk dike da ku ew piştgiriyê bidê."

‛DERXISTINA FITNEYÊ Û QELSKIRINA BAWERIYÊ’

Hemo îşaret bi siyaseta ENKS’ê kir û ev tişt anî ziman: "Siyaseta ENKS’ê li gorî rêbazên şerê taybet ê dewleta Tirk pêk tê. Her wiha gotinên derew û fitneyan derdixe da ku baweriya gel bi Rêveberiya Xweser bişikîne û projeyê têk bibe."

Hemo destnîşan kir ku PDK’ê lêvegera ENKS’ê ye û herdu jî li gorî siyaseta dewleta Tirk tevdigerin. Armanca vê siyasetê jî têkbirina fikrê rêber Ocalan û projeyên wî, bi taybet projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

‛DAIŞ, ÇETEYÊN ARTÊŞA NETEWÎ Û ENKS’Ê GIRÊDAYÎ HEMAN ALÎ NE’

Li ser vê yekê Bedran Hemo da zanîn ku serkeftinên mezin ên QSD’ê, YPG û YPJ’ê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qirêjiya DAIŞ’ê rizgar kir û Rêveberiya Xweser hat damezrandin, hişt ku dewleta Tirk ajanên xwe bi kar bîne, da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Hemo îşaret bi vê yekê kir "Akademiya ku tê de DAIŞ û çeteyên artêşa niştimanî ya sûrî perwerde dîtin heman akademiya ku ENKS’ê tê de perwerde dîtiye, wane û semînerên wê li rêbazên qirkirina kurdan bûn."

Bedran Hemo wiha dawî li gotina xwe anî: "Heke doza kurdî nehat çareserkirin û dewleta Tirk dev ji zihniyeta xwe ya dagirkirin û dijbertiya gelan bernede dê li Rojhilata Navîn aramî pêk neyê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CTSYvSOD3nQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>