Wîdad Eqrawî: Ji ber bêdengiya navnetweyî bikarnîna çekên kîmyewî li dijî kurdan dûbare dibe

Seroka Rêxistina Parastina Navneteweyî Wîdad Eqrawî got, bêdengiya civaka navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk ku mîna rejîma Sedam Huseyn çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar bîne.

Wîdad Eqrawî: Ji ber bêdengiya navnetweyî bikarnîna çekên kîmyewî li dijî kurdan dûbare dibe
8 cotmeh, 2021   04:58
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 20`ê Îlona borî de diyar kir ku dewleta Tirk ji beriya 5 mehan çekên kîmyewî û gazên jehrî bikar tîne û Ii hember vê yekê jî YE`yê û DYA`ê bêdeng in. KCK'ê banga hesbaxistinê ji dewleta Tirk a dagirker kir.

Dewleta Tirk a dagirker ku di êrişên xwe yên Nîsana borî yên herêmên Zap, Avaşîn û Metîna  de derbên giran ji aliyê gerîlayên azadiyê ve xwarin, ji ber vê yekê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Nivîskar û çalakvana mafên mirovan û Seroka Rêxistina Parastina Navneteweyî Wîdad Eqrawî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yê Başûrê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivî.

‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ HEGER GEFAN LI BERJEWENDIYÊN WAN NEXWE NE PIRSGIRÊKE‘

Wîdad Eqrawî destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexekirî ye û ne li gorî qanûnên navneteweyî ye.

Têkildarî bêdengiya civaka navneteweyî Wîdad Eqrawî wiha axivî: " Ji ber bêdengiya civaka navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan dûbare dibe. Dema ku rejîma Sedam Huseyn li dijî kurdan bikar anî, civaka navneteweyî bêdeng ma û tu helwest derbarê vî sûcê de diyar nekir. Vê yekê jî hêz da rejîma Iraqê ku komkujiyan li dijî zarok, jin û temenmezinan pêk bîne. Di sala 1990`î de ev yek cûda bû, rejîma Iraqê êrişî Kiwêt kir û bi vê yekê gef li berjewendiyên hin dewletên herêmî xwar, civaka navneteweyî û dewletên desthilatdar yekser ketin nava liv û tevgerê. Ev yek jî diyar dike ku bikarîna çekên kîmyewî ne pirsgirêke dema gefan li berjewendiyên wan nexwe."

Seroka Rêxistina Parastina Navneteweyî wiha pêde çû: "Qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî ji bo parastina ewlehî û aştiya cîhanî pir girîng e. Dema rejîma Beşar Esed çekên qedexekirî li dijî gelê Sûriyê bikar anî, aliyên siyasî û rêxistinên hiqûqî bi awayekî cidî û lezgîn ketin nava tevgerê, ji ber ku berjewendiyên wan di Sûriyê de hebûn."

‘DEWLETÊN NATO BEHSA QEDEXEKIRINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIKE Û DEWETA TIRK BIKAR TÎNE‘

Rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî bikaranîna van çekan qedexe dike. Ji ber vê yekê jî bi rêveberiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re peymanek îmze kir. Peyman di sala 1997`an de ket meryetê. Li gorî peymanê berhem, depo û bikaranîna çekên kîmyewî  qedexe ne. 193 dewletan di nav de dewleta Tirk ev peyam îmze kir.

Di vê derbarê de Wîdad Eqrawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Fransa bi awayekî zêde girîngî da vê mijarê û di Çileya 2018'an ji bo têkoşîna li dijî çekên kîmyewî û darizandina bikarhînerên wan însiyatîfeke navneteweyî ragihand. Zêdetirî 40 welatên cîhanê  elaqe nîşanî vê însiyatîfê dan. Lê em dibînin ku dewleta Tirk a endama NATO'yê ye bi pêşiya çavê cîhanê çekên qedekirî li dijî sivîlên Serêkaniyê bi kar anîn.  Çima li hemberî Tirkiyê ya ku çekên kêmyewî li çiyayên Kurdistanê li dijî kurdan bi kar tîne, tu helwest nayê nîşandan."

(bx)

ANHA