Li Dêrazorê cenazeyê ciwanekî ê hat dîtin

Li bajarokê Riweyşid ê bakurê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî hat dîtin.

Li Dêrazorê cenazeyê ciwanekî ê hat dîtin
7 cotmeh, 2021   20:34
DÊRAZOR

Li bajarokê Riweyşid ê bakurê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî di nava zeviyan de hate dîtin. Li ser cenaze şopên îşkence û şewatê hebûn.

Li gorî çavkaniyan ku agahî ji bijîşkê edlî girtine, temenê ciwan derdora 33 salî ye û ji zêdetirî 3 rojan ve miriye.

Nasnameya ciwan nehat zanîn.

(fr)

ANHA