​​​​​​​Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî..jin qurbaniya pêşîn bû

Artêşa Tirk û çeteyên wê sûcên mîna yên çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî jinan pêk tînin. Cilên reş li wan ferz dikin, destdirêjiyê li wan dikin, direvînin û dikujin û li Tirkiyê bin axê dikin. Li aliyekî din aliyên pisporên warên mafên mirovan daxwazin ku Tirkiye bi awayekî qanûnî were cezakirin.

​​​​​​​Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî..jin qurbaniya pêşîn bû
8 cotmeh, 2021   02:55
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzesûcên hovane li dijî sivîlan pêk tîne. Lê para jinan ji van sûcan a herî zêde ye.

Li herêmên dagirkirî jin tên revandin û qetilkirin. Her wiha zarok ji van sûcan nafilitin, ew jî mîna jinan rastî destavêtinê tên. Jinên ku van sûcan jî red dikin, ji warên xwe tên derxistin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker sala 2018`an kantona Efrînê dagir kir, planên xwe yên dagirkirinê li seranserî sînorên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de fireh kir. Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de destpêka wan planan bû. Ji ber ku bejahî û hawayî êrişî her du bajaran kirin û di encamê de bi sedan sivîl bûn qurbanî. Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser,  zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn.

Dewleta Tirk di êrişên xwe de sivîlên ku xwestin piştgiriya şêniyên her du bajaran bikin jî kirin hedef. Siyasetmedar Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde mînakên sûcên dermirovî yên dewleta Tirk ên li dijî jinên têkoşer e.

Ji roja destpêka êrişên dagirkirinê ve, aştî li her du bajarên tune ye. Êdî kuştin û revandin bûn rojeva rojane ya çeteyan. Cilên reş (nîqab) li jinan ferz kirin. Siyasetek ku dişibe ya çeteyên DAIŞ`ê li herêmê dimeşînin. Lê ev di encama reşkirina çapemeniyê de ji aliyê çeteyan dewleta Tirk ve veşartî man.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê, di encama sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 429 sivîl bûne qurbanî di nav de 14 jin hene, 3 ji wan hatine înfazkirin. Her wiha di encama êrişên cuda de, 74 jin birîndar bûne. Lê rêxistinê nikarî bûyerên destavêtina zarokan û jinan belge bike.

Di vî warî de endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma got: “Ji roja yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ve, sûcên şer pêk tên. Dewleta Tirk rûspiyên bajêr, nuqteyên tenduristiyê û dibistan kirin hedef. Qanûnên navneteweyî bin pê kirin. Di encamê de bi hezaran sivîl ji warên xwe koçber bûn.”

Evîn wiha domand: “Ji bo ku kesên li herêmê mane koçber bibin, dewleta Tirk û çeteyên wê yekser jinan dikin hedef. Me gelek bûyerên kuştinê û revandinê belge kirin. Ev sûc dikevin xana sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê. Bi pêkanîna van sûcan dewleta Tirk berpirs e ku qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî binpê dike û ew dewleteke dagirker e.”

Evîn Cuma diyar kir ku dewleta Tirk berpisa hemû sûcên ku li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan pêk tên û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk axa herêmê dagir dike. Bi dehan jin revand. Gelek ji wan birin Tirkiyê û bi awayekî derqanûnî hatin derizandin. Heta dan û standinên ne baş bi jinan re dikin. Ji ber van sûcan divê dewleta Tirk û çeteyên wê li dadgehên navneteweyî werin darizandin.“

Endama rêveber a Komîteya Koçberên Serêkaniyê û berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo têkildarî mijarê got, bêdengiya hêzên mezin a li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê û herêmên dagirkirî, îsbat dike ku ew piştgiriya dewleta Tirk dikin da ku êriş bike û planên xwe pêk bîne.

'KUŞTIN Û BINAXKIRINA KUŞTIYAN LI TIRKIYÊ NAHÊLE EV SÛC WERIN EŞKEREKIRIN'

Derbarê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan pêk tîne de Zehra Semo got: “Dewleta Tirk bi van sûcan vîna jinan û azadiya wan dike hedef. Ji destpêka şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin li Serêkaniyê li hemberî siyasetên nejadperest û zihniyeta desthildarê xwedî vîn û helwest bû.”

Zehra Semo eşkere kir ku zihniyeta tundiyê û çewisandinê ya dewleta Tirk  dimeşîne gelek xeter in û wiha berdewam kir: “Çeteyên dewleta Tirk jinan wek amûrekê bi kar tînin. Di destpêka êrişên li dijî Serêkaniyê de çeteyan du jinên temenmezin ên ji pêkhateya Eeb revandin, bi awayekî hovane kuştin û li Tirkiyê veşartin bêyî ku ev yek eşkere bibe.”

Berdevka Meclisa Jinan bal kişand ser tunebûna ewlehiyê û şerê di navbera çeteyan bi xwe de, desteserkirina mal û milkên sivîlan û got ev yek hêrsa şêniyên li herêmên dagirkirî rakir.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li Serêkaniyê de çekên NATO û hemû çekên giran û yên qedexekirî mîna fosforê spî bi kar anîn. Derbarê vê yekê de Zehra Semo got: “Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide dewleta Tirk ku sûcan pêk bîne.”

KOÇBERKIRIN Û GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Her wiha Zehra Semo eşkere kir ku piştî dagirkirinê hejmara niştecihan li bajêr kêm bûye û ev yek destnîşan kir: “Dewleta Tirk di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, şêniyên resen bi zorê dan koçberkirin. Ji ber wê, hejmara kurdan li herêmê tenê 40 heta 50 kes in û yên suryan tenê 14 kes in.”

Serêkaniyê bi ciherengiya xwe ya çandî û ziman navdar bû. Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan hemêz dikirin. Jinan ji bo parastina ewlehiya herêmê roleke pêşeng lîst. Jinan bi vîn û têkoşîna xwe di hemû warên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girt.

Têkildarî rola Komîteya Koçberên Serêkaniyê di belgekirina sûcan de Zehra Semor got: “Em hewl didin van sûcan ji raya giştî re ragihînin bi taybet sûcên hovane yên li dijî jinan. Em civînan bi koçberan re li dar dixin. Me komxebatek li kampa Weşûkanî jî li dar xist.”

Endama rêveber a Komîteya Koçberên Serêkaniyê û berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Zehra Semo bang li rêxistinên jinan û mafên mirovan kir ku xebatên xwe zêde bikin da ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê belge bikin û koçberan bi ewle vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3e-Pc4W8Cow" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>